​​​​​​​Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê dîsa serî li dozgeriyê da

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo ku muwekîlên xwe bibînin, careke din serî li dozgeriyê da.

​​​​​​​Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê dîsa serî li dozgeriyê da
15 tebax, 2023   09:34
NAVENDA NÛÇEYAN 

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Mazlûm Dînç û Faîk Ozgur Erol ji bo karibin hevdîtinê bikin serlêdan kirin.

Parêzer 29 meh in nikarin bi tu awayî agahiyê ji Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş werbigirin. Ji bo karibin serdana Îmraliyê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve bi tu awayî agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê wergirtin.