Li bejahiya Humisê êrişeke din a DAIŞ'ê

Çeteyên DAIŞ'ê li gundewarên Humisê êrişeke din li dijî hêzên hikumeta Şamê pêk anî. Pisporên navneteweyî hişyarî da ku bi hezaran çeteyên DAIŞ'ê hîna li Sûriye û Iraqê hene.

Li bejahiya Humisê êrişeke din a DAIŞ'ê
15 tebax, 2023   10:48
NAVENDA NÛÇEYAN

SOHR’ê da zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê şeva duşemê êrişî depoyeke çekan a hêzên hikumeta Şamê ya li herêma Tedmur a li rojhilatê Humisê kir û di encamê de hin leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin û hin jî birîndar bûn.

SOHR’ê ragihand ku birîndar rakirin nexweşxaneya Tedmurê û diyar kir ku endamên îstîxbarata leşkerî ya hikumeta Şamê li herêmê belav bûn û dever dorpêç kir.

Di çend rojên dawîn de çeteyên DAIŞ'ê 3 êriş li dijî hêzên hikumeta Şamê pêk anîn. Di encama van êrişan de bi dehan kuştiyên leşkerên Şamê çêbûn.

Li gorî daneyên SOHR’ê, ji destpêka îsal ve 417 kes (157 sivîl, 240 leşkerên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê, 20 DAIŞ'î) di operasyonên leşkerî yên li Çolistana Sûriyeyê de, şerê DAIŞ û hikumeta Şamê de û di êrişên hewayî yên Rûsyayê yên li bejahiya Humis, Siwêda, Hema, Reqa, Dêrazor û Helebê de hatine kuştin.

‘BI HEZARAN DAIŞ’Î LI SÛRIYE Û IRAQÊ HENE’

Pisporên Neteweyên Yekbûyî duh di raporekê de hişyarî da ku hîna 5-7 hezar DAIŞ'î li Sûriye û Iraqê hene.

Pisporên ku cezayên li ser DAIŞ'ê hatine ferzkirin dişopînin, destnîşan kir ku di navîna yekemîn a sala 2023'yan de gefên DAIŞ'ê li piraniya herêmên şer lê rû didin, zêde bûne.

Di rapora Komîteya Pisporên Navneteweyî de ku ji Konseya Ewlehiyê re hatiye şandin, wiha hate gotin: “Tevî windahiyên mezin ên ku çeteyên DAIŞ'ê dîtine û tevî ku çalakiyên wê li Sûriye û Iraqê bi paş ketine, lê xetereya vegera wan hîna heye."

Her wiha hate destnîşankirin ku DAIŞ’ê stratejiya xwe guhertiye û çeteyên wê tev li niştecihan bûne. Di raporê de hate gotin, DAIŞ'ê xwe jinû ve saz kiriye, endamên xwe yên li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û yên li welatên derdorê bi çek dike û hejmara wan zêde dike.

(bb)