Rojnameger Nazila Maroofian careke din hat girtin

Rojnameger Nazila Maroofian ji ber ku bi bavê Jîna Emînî re hevpeyvîn çêkiribû, 2 caran hatibû girtin û cara sêyem jî hate girtin.

Rojnameger Nazila Maroofian careke din hat girtin
15 tebax, 2023   09:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Îranê rojnameger Nazila Maroofian ya 23 salî, ji ber ku bi bavê Jîna Emînî, Amjad Eminî re hevpeyvîn çêkiribû cara sêyem hate girtin.

Nazila Maroofian duh bi şev hate destgîrkirin û birin girtîgeha li Varamin ya Qarçakê.

Rojnameger Nazila Maroofian bi heman sedemê li Tehranê ji aliyê rejîma Îranê ve di 9’ê Tîrmehê de hatibû girtin, piştî 36 rojan bi kefaleta 300 milyon riyalê Îranê hatibû berdan. Rojnameger Nazila Maroofian berê jî ji ber hevpeyîn bi bavê Jîna Emînî, Amjad Emînî re çêkiribû di 9’ê Çileyê de hatibû girtin û bi kefalet hatibû berdan.