′Em dixwazin ew di nav me de be′

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tecrîd û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan red kirin û banga azadiya wî ya fîzîkî kirin û gotin: "Em dixwazin ew di nav me de be."

′Em dixwazin ew di nav me de be′
13 tebax, 2023   23:40
HELEB-NESRÎN ŞÊXO

Gelên bi fikirên Rêber Abdullah Ocalan bawer in, li dijî tecrîd û sûcên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Rêber Abdullah Ocalan dikin bertek û nerazîbûnên xwe nîşan didin. Ji wan gelan, şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne ku bi rêya ajansa me banga serbestberdana wî kir.

Welatiya bi navê Avêsta Elo tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan û bêdengiya hêzên navneteweyî li hember vê tecrîdê şermezar kir.

Avêsta wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker nikare vîna gelan têk bibe ku bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan bawer un û nikare şoreşa wan tune bike."

Avêsta soz da ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were dê berxwedanê berdewam bikin û wiha domand: "Ramana Rêbertî di mejiyê me de ye, em li gorî wê dimeşin û heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî li ber xwe didin."

′EM MAFÊN XWE DIXWAZIN′

Welatiya bi navê Sedîqe Mehmûd Reşo jî banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û wiha got: "Tevî emrê min ê mezin, lê ez ê derkevim û banga azadya rêberê xwe bikim. Ez ê heta dawiyê li ber xwe bidim. Divê civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan fişarê li dewleta Tirk bikin ji bo ku Rêberê me serbest berde."

Fehîme Mihemed jî banga serbestberdana Rêber Abdullah Ocalan kir û wiha got: "Li ser Rêberê me tecrîdeke giran û cezayên dîsplînê tên birîn. Ji 25′ê Adara 2021′ê ve me tu agahî li ser wî negirtine."

Fehîme wiha domand: "Ji mafê me ye em li rewşa rêberê xwe bipirsin. Em binpêkirinên ji aliyên dewleta Tirk a dagirker ve li dijî Rêberê xwe red dikin, dixwazin di nav me de be, ne girtî be."

′ÇARENÛSA RÊBERTÎ Û GEL BI HEV VE GIRÊDAYÎ YE′

Welatiyê bi navê Mistefa Mihemed jî got: "Çarenûsa gel û Rêbertî bi hev ve girêdayî ye. Azadiya wî tê wateya azadiya gelên bindest û rizgariya herêmên dagirkirî."

Der barê armanca dewleta Tirk a dagirker tecrîdê de Mihemed wiha anî ziman: "Dewleta Tirk a dagirker naxwaze gelê Kurd bi pêş keve û azad be. Ew, bi rêya tecrîda li dijî Rêberê me, hewl dide me qetil bike û têk bibe. Ez hêvî dikim ku Rêberê me azad bibe û ji bilî dîtina wî di nav me de ez tiştekî din hêvî nakim."

(fr/şx)

ANHA