Rojnameyên erebî: Tirkiye derketina ji xaka Sûriyeyê red dike

Dagirkeriya Tirk a li ser xaka Sûriyeyê, aloziya li Kendavê, her wiha têkiliyên Riyad û Tehranê mijarên rojnameyên erebî yên îro ne.

Rojnameyên erebî: Tirkiye derketina ji xaka Sûriyeyê red dike
14 tebax, 2023   07:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat di rojeva xwe ya îro de cih da dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Sûriyeyê. Di nivîsê de hate gotin, Beşar Esed di hevpeyvînekê de daxwaza derketina dewleta Tirk ji xaka Sûriyeyê kiribû û dewleta Tirk li ser zimanê wezîrê parastinê yê Tirk Yaşar Guler bersiv da daxuayniyên Esed û got: "Em nikarin xeyal bikin ku hêzên Tirk ji Sûriyeyê derkevin."

Li gorî rojnameyê, piştî van daxuyaniyan Enqere nameyên nû dan.  Enqere di nav nameyan de diyar dike ku nîqaşên li ser vekişînê ya di dema niha de xeta sor e. Di nivîsê de her wiha hate goitn "Daxuyanî û nameyên Tirkiyeyê bi şandina sewqiyatên leşkerî di deriyê Kefer Losîn re  ber bi nuqteyên Tirk ên li Cebel El Zawiyê yê gundewarê Idlibê ve girêdayî ne."

ALOZIYA LI KENDAVÊ DEWAM DIKE

Rojnameya El Ereb jî bal kişand ser aloziya li herêma Kendavê " Li gorî daxuyaniyên ku rojên şemiyê û yekşemê hate dayîn, Koalîsyona Navneteweyî ji bo ewlehî û parastina kerîdorên deryayî û silametiya keştiyên ku di tengava Hurmuzê ya stratîjîk de derbas dibin hişyarî da ku xwe ji avên Îranê dûr bixin da ku metirsiya girtinê dûr bixin."

Li gorî rojnameyê, ev hişyariyên ji aliyê Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya DYA'yê ve yên  bo keştiyan ku nêzî ava Îranê nebin, nîaşn dide aloziya li ava Kendavê dewam dike.

TEVÎ ASTENGIYAN NORMALÎZEKIRINA TÊKILIYÊN –SIÛDIYÊ-ÎRANÊ DEWAM DIKE

Rojnameya El Exbar a Lubnanê der barê têkiliyên Riyad û Tehranê de wiha nivîsî "

 Vegerandina peywendiyên dîplomatîk di navbera Erebistana Siûdî û Îranê de nayê wê wateyê ku her du alî bi teqez derbasî hevalbendî an jî şêwateyeke tevkariyê ya li ser asta bilind bûne. Her wiha nayê wateya ku Riyad dest ji hemû vebijêrkên xwe yên berê berdaye û ber bi aliyê din ve çûye. Bê guman ev tê wê wateyê ku Qraliyeta Erebistana Siûdî dev ji siyaseta berê ya hevalbendiyê bi DYA'yê re ya li dijî Îranê berdaye. Dibe ku tiştê Erebistana Siûdî pêşniyar dike heta radeyekê rast be, Erebistana Siûdî vebijêrkên xwe cihêreng kiriye, an jî rasttir dev ji şertên xwe yên li ser DYA'yê berdaye. Ev siyasetek e ku ji pêwîstiyekî ve hatiye ferzkirin. Kêrhatibûna vê siyasetê di geşedanên navneteweyî yên di çend salên borî de, he wiha di dîroka guhertin û veguhertinên di peywendiyên Erebistana Siûdî-Amerîka de hatiye nîşandan.''

(bb)