Li Efrîna dagirkirî ciwanek hat revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ciwanek li Efrîna dagirkirî revand.

Li Efrîna dagirkirî ciwanek hat revandin
13 tebax, 2023   16:27
ŞEHBA

Nûçegihanê me yê li Şehbayê diyar kir ku çavkaniyên xwecih ji hundirê kantona da zanîn ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker, li ser benda kontrolê ya gundê Tirindê welatiyê bi navê Hesen Xidir El Hemo (26) yê ji gundê Kîmarê yê navçeya Şêrewa revand.

Heman çavkaniyan diyar kir ku dema Hesen El Hemo ji bajarokê Basûtê vedigeriya bajarê Efrînê, ji aliyê çeteyan ve hate revandin û ber bi cihekî nediyar ve hat birin.

Di heman çarçoveyê de, duh nûçegihanê me diyar kir ku MIT'a Tirk 7 welatî ji navçeya Cindirêsê ya kantona Efrîna dagirkirî revandine.

Ajansa me revanandina 35 welatiyan ji nav wan 4 jin û birîna zêdetirî 2 hezar dar li Efrîna dagirkirî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve di Tîrmehê de belge kirin.

Sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li deverên dagirkirî yên Sûriyeyê wek Idlib, Efrîn, Ezaz, Bab, Cerablus, Serêkaniyê û Girê Spî didomin. Herî dawîn doza penaberên sûriyeyî di guhertina demografiya wan herêman de bi kar anî.

(mh/şx)