′Em ê di oxira parastina herêmê de fedakariyên din bidin′

Di merasîma sersaxiyê yê malbata şervana YPJ′ê Azda Berxwedan Cûdî de şêniyên kantona Kobanê got ew ê di oxira parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û pêkanîna armancên şoreşê de fedakariyên din bidin.

′Em ê di oxira parastina herêmê de fedakariyên din bidin′
′Em ê di oxira parastina herêmê de fedakariyên din bidin′
′Em ê di oxira parastina herêmê de fedakariyên din bidin′
′Em ê di oxira parastina herêmê de fedakariyên din bidin′
′Em ê di oxira parastina herêmê de fedakariyên din bidin′
′Em ê di oxira parastina herêmê de fedakariyên din bidin′
13 tebax, 2023   12:26
KOBANÊ

Vê sibehê bi sedan şêniyên kantona Kobanê ya herêma Firatê, endamên saziyên sivîl û meclisên leşkerî berî da konê sersaxiyê yê şervana YPJ′ê Azda Berxwedan Cûdî li Goristanê Şehîd Dicle.

Şervana YPJ'ê Lîna Elo (Azda Berxwedan Cûdî) di qezayekê 9′ê Tebaxê de şehîd bûbû.

Li wir, hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Ayşe Efendî behsa têkoşîna malbata şehîd Azda Berxwedana Cûdî kir û wiha got: "Di êrişa 2014'an a çeteyên DAIŞ'ê ya li ser Kobanê de hemû bi hawara Kobanê ve çûn. Birayê şehîd Azda Eslan Efrînê yê ku di berxwedana Kobanê ya li dijî êrişan şehîd bû."

Ayşe bal kişand ser wesîyeta şehîd Azda û wiha domand: "Wesîyaeta şehîd Azda ew bû ku ger şehîd bibe li kêlek birayê xwe di Goristana Şehîd Dicle de were veşartin. Em deyndarê şehîd Azda û tevahî şehîdên ku di oxira ewlehî û îstîqrara me de fedakarî kiriye ne. Em soz didin em ê destkeftiyên şehîdan biparêzin."

Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Dîplomasî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Bekir Hec Îsa îşaret bi destkeftiyên şehîdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û anî ziman ku gel hêza xwe ji keç û xortên xwe yên şehîd werdigirin û wiha domand: "Vîna me bi şehîdan mezin dibe, ne ji wan bûya dê xaka me bihata dagirkirin. Ji lew re divê em li hember parastina van destkeftiyan cihê baweriyê bin."

Hec Îsa bal kişand ser Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha anî ziman: "Divê em Pêngava 15′ê Tebaxê û rola wê ya dîrokî ya zindîkirina gelan ji bîr nekin. Ew jî piştî rejîmên desthilat parçe kir û îro jî hewl didin vegerînin serdema tarîtî, lê ew nagihînin armancên xwe. Em îro xwediyên fikir û projeya demokratîk in û me ji Rêber Abdullah Ocalan wergirt û xwediyên vînê ne ku ji şehîdan wergirt."

Di dawiyê de Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeya şehîdê YPJ′ê Azda Berxwedana Cûdî xwend û radestî malbatê kir.

(fr)

ANHA