Li Zapê 5 dagirker hatin cezakirin û mobbeseyek hate îmhakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku roja 12 û 13’ê Tebaxê li Zapê li dijî hêzên dewleta Tirk a dagirker çalakî hatin lidarxistin, di van çalakiyan de herî kêm 5 dagirker cezakirin û kamereyeke mobbese hate îmhakirin.

Li Zapê 5 dagirker hatin cezakirin û mobbeseyek hate îmhakirin
13 tebax, 2023   11:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya dayî de ragihand ku hêzên YJA Starê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li dijî dagirkeran gelek çalakî lidar xistin.

HPG’ê têkildarî çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev agahiyên berfireh dan:

"1.Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

12′yê Tebaxê di saet 06.45, 09.00’an de û 13’ê Tebaxê di saet 00.20’an de 3 caran bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û 2 çeper hatin derbkirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatin lidarxistin.

‎12′yê  Tebaxê di saet 07.00 û 07.30’an de bi taktîka sekvaniyê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û 2 dagirker hatin cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatin lidarxistin.

‎12′yê ‎Tebaxê di saet 08.00 û 18.15’an de bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û dagirkerek hate cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatin lidarxistin.

‎12′yê  Tebaxê di saet 10.50’an de bi taktîka sekvaniyê li sîstema kamereke mobesse ya li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û hat îmhakirin.

‎12′yê  Tebaxê di saet 12.50 û 18.10’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û çeperek hate derbkirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatin lidarxistin.

12′yê Tebaxê di saet 23.20’an de bi taktîka sekvaniyê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û dagirkerek hate cezakirin. Ev jî çalakî ji aliyên hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

13′yê Tebaxê di saet 02.20’an de bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û 2 çeper hatin derbkirin.

13′yê Tebaxê di saet 03.30’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û dagirkerek hate cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

2.Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

-Herêmên Zap û Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl bi topan hatin bombekirin."