Sersaxî ji malbata şehîd Serdar re hat xwestin

Xelkê Reqayê sersaxî da malbata şervanê QSD'ê Mûsa El Hemad (Serdar) ku 10'ê Tebaxê dema erka xwe bi cih dianî, li Eyn Îsayê şehîd bûbû.

Sersaxî ji malbata şehîd Serdar re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Serdar re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Serdar re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Serdar re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Serdar re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Serdar re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Serdar re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Serdar re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Serdar re hat xwestin
13 tebax, 2023   10:44
REQA

Konê sersaxiyê li pêşiya mala şehîd Mûsa El Hemad (Serdar) ya li taxa Diriyê yê rojavayê Reqayê hatiye vedan. Di nav de endamên meclisên sivîl û leşkerî, bi dehan şêniyên Reqayê herikîn bin kon û sersaxî xwestin.

Li bin konê sersaxiyê axaftin hatin kirin. Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê Ehmed El Hemûd  bi xêrhatina beşdaran kir. Piştre bi navê Saziya Olî endamê saziyê Elî Salih axivî û got: "Em nizanin, em we pîroz bikin an sersaxiyê ji we re bixwazin. Lê ez ê her duyan hilbijartin, ji ber şehadeta kurê wê sersaxiyê ji we re dixwazim û ji ber ku gihaşt vê asta mezin a şehadetê we pîroz dikim."

Cîgirê Desteya Serokatiyê ya Meclisa Qanûnsaz a Reqayê Mihemed El Bûhebal jî got: "Em sersaxiyê ji malbata şehîd, ji xwe re û ji QSD'ê re dixwazin û şehadetê li we pîroz dikin, ji ber ku ev şehadet ji bo parastina rumeta welat û giyanê me ye."

Apê şehîd Serdar jî axivî, spasiya beşdaran ku sersaxî xwestin kir û got: "Bi saya şehîdan em li vir kom bûne. Mûsa di oxira parastina welat û jiyaneke azad û bi rûmet de şehîd bû."

(bb)

ANHA