​​​​​​​Ji bo jinên Şengal û Efganistanê kampanyaya hashtagê

Di medyayên dîjîtal de piştgirî ji bo jinên Şengal û Efganistanê hate dayîn.

​​​​​​​Ji bo jinên Şengal û Efganistanê kampanyaya hashtagê
​​​​​​​Ji bo jinên Şengal û Efganistanê kampanyaya hashtagê
​​​​​​​Ji bo jinên Şengal û Efganistanê kampanyaya hashtagê
13 tebax, 2023   11:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) ji bo piştgiriya jinên Şengal û Efganistanê,  duh kampanyaya hashtagê bi navê #AfghanAndEzidiWomenAreNotAlone da destpêkirin.

Ji her çar parçeyên Kurdistanê, Ewropa û cîhanê, parlamenterên berê yê Tirkiyeyê û saziyên sivîl ên Bakurê Kurdistanê beşdarî kampanyayê bûn. Tevgera Jinên Azad, Kongra Star, kombûna Jinan a Zenûbiya û Yekitiya Jinên Êzidî jî di nav de gelek rêxistin û saziyên jinan bi xurt tevli kampanyayê bûn.

KJK'ê parvekirinên hin kesên ku beşdarî kampanyayê bûne weşandin. Parvekirina bi navê Mala Êzidiyan wiha ye: "Em bang li tevahî jinan dikin ku li hemberî zulm û çewisandinê ku li ser wan tên kirin, bibin yek."

Îbrahîm Xelîl Yildiz ev tişt li ser rûpela xwe ya X (Twîtterê) parve kir: "Em li gel jinên ku dixwazin dengê wan were bihîstin in. Em piştgiriyê didin jinên têkoşer ên Şengal û Efganistanê."

Endama Meclisa Îştar a Mexmûrê Leyla Arzû Îlhan ev parve kir: "Em berxwedana jinên Şengal û Efganistanê silav kirin."

Kampanyaya hashtagê wê îro saet di 20:00'an de bi dawî bibe.

9'ê Tîrmehê KJK'ê ji bo piştgiriya jinên Şengal û Efganistanê bi dirûşma "Li dijî êrişên mêr ên hegemon em bi jinên Efgan û Şengalê re ne" kampanyeke ragihandibû. Kampanya 3'yê Tebaxê dest pê kir û dê heta 15'ê Tebaxê dewam bike.

(bb)

ANHA