​​​​​​​Cenazeyên gerîlayên HPG’ê Rêzan û Bawer li Qendîlê hatin veşartin

Cenazeyên gerîlayên HPG’ê Rêzan Botan û Bawer Botan bi merasîmekî li Qendîlê hatin veşartin.

​​​​​​​Cenazeyên gerîlayên HPG’ê Rêzan û Bawer li Qendîlê hatin veşartin
13 tebax, 2023   09:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Cenazeyên gerîlayên HPG’ê Rêzan Botan (Rêzan Gungen) û Bawer Botan (Bekîr Kina) ku di 6’ê Tebaxa 2023’yan de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibûn, bi merasîmekî girseyî li Qendîlê hatin veşartin.

Merasîm li goristana Qendîlê ya Mihemed Karasûngûr bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştî rêzgirtinê Hevberdevka Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê Sultan Yildizatan axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: “Ji her hêlê ve êriş li ser me hene. Di gortistanên me de, ji her neteweyekî şehîd hene. Ev jî dide nîşandan ku fikrên Rêber Apo serketine. Em wek xwediyên van şehîdan, divê heta dawî li ser rêya wan bimeşin. Wê serkeftin bibe ya gerîlayan.”

Piştî wê, endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Xalid Mihemed jî axivî û sersaxî ji Rêber Abdullah Ocalan û tevahî malbatên şehîdan re xwest û got: "Roj bi roj xelkê azadîxwaz û neteweya demokratîk hêvî dide gelê me. Dijmin ji ber fikrên me yên azadîxwaz êrişî me dike. Em dibêjin, bila serê serê malbata hêja û serê tevahî gêlên azadîxwaz sax be.”

Piştî axaftinan, cenazeyên şehîd Rêzan û Bawer bi diruşmên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ hatin veşartin.