Çeteyan li Şêrawayê welatiyekî din revand

Çeteyên "Feyleq El Şamê" yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li gundê Burc Heyder ê navçeya Şêrawayê welatiyek revand.

Çeteyan li Şêrawayê welatiyekî din revand
13 tebax, 2023   10:09
ŞEHBA

Li gorî çavkaniyan, çeteyên "Feyleq El Şam" yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker welatiyê bi navê Arif Gule Xeyrî yê ji gundê Burc Heyder ê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê revand.

Çavkaniyan diyar kir ku çeteyan Arif birin cihekî ne diyar kir û aqûbeta wî nayê zanîn.

Rêxistin Mafên Mirov a Efrîn-Sûriyeyê beriya niha gotibû, çeteyên navborî gundê Burc Heyder dorpêç kiribûn da ku qaçaxçîtiya madeyên hişbir di navbera herêmên hikumeta Şamê û gundên Şêrawayê de hêsan bikin.

Her wiha ragihand ku çeteyan erebeyeke barhilgira 5 kg eroîn û zêdetirî mîlyon û nîvek hebên captagonê ji bajarokên Nibul û Zehrayê, di rêya gundê Burc Heyder re derbasî Efrînê kir.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, çeteyên "Feyleq El Şam" girtin ser mala welatiyê bi navê Arif Ebû Silêman (52) ê ji gundê Burc Heyder û dest danîn ser tevahî telefonên destan ên malbatê.

(bb)

ANHA