Li Minbicê êrişa hewayî: 2 leşkerên Şamê birîndar bûn

Balafireke bê mirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker 2 nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li gundewarên Minbicê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de 2 leşkerên Şamê birîndar bûn.

Li Minbicê êrişa hewayî: 2 leşkerên Şamê birîndar bûn
13 tebax, 2023   09:47
MINBIC

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên leşkerî ji herêmê dane, balafireke bê mirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker  vê sibehê du nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li gundên Cat û Tozan ên bakurê bajarê Minbicê yên li beramberî herêmên dagirkirî bombebaran kirin.

Çavkaniyan dane zanaîn balafiran du caran li du hev nuqteya hêzên hikumeta Şamê ya li gundê Catê bombebaran kirin û di encamê 2 leşkerên Şamê birîndar bûne.

Têkildarî bombebarana li gundê Toxarê, agahî nehatin bidestxistin.

(bb)

ANHA