Gerîlayan wiha li dagirkeran dan

Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîla weşand, ku li Qada Girê Hakkarî hatibû kirin.

Gerîlayan wiha li dagirkeran dan
13 tebax, 2023   09:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke gerîla weşand ku 31'ê Gulanê li çepera dagirkeran xistin. Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de li ser mijarê ev agahî hatibû dayin:

"31'ê Gulanê saet di 08:00 de dagirkeran êrişî hêzên me yên Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî kir û hêzên me jî bersiv dan. Qada Berxwedanê piştre bi obusan hate bombekirin."

Di dîmenan de sê kamerayên mobesse yên dagirkeran ên li ser gir xuya dike, her wiha tê dîtin ku çepereke ku gelek leşker tê de ne ji aliyê gerîla ve tê îmhakirin.