​​​​​​​Karmendên hikumeta Şamê nîvê mûçeya xwe ji bo ava sar didin

Di van rojên germ de ji bo ava sar peyda bikin, karmendên sûriyeyî nêzî nîvê mûçeya xwe didin.

​​​​​​​Karmendên hikumeta Şamê nîvê mûçeya xwe ji bo ava sar didin
​​​​​​​Karmendên hikumeta Şamê nîvê mûçeya xwe ji bo ava sar didin
​​​​​​​Karmendên hikumeta Şamê nîvê mûçeya xwe ji bo ava sar didin
13 tebax, 2023   07:37
HELEB

Bi daketina nirxê lîreyê Sûriyeyê re aboriya li herêmên hikumeta Şamê têk çû. Mûçeyên mehane yên karkerên di saziyên hikumeta Şamê de dixebitin, li gel bilindbûna buhayên kel û pelan, debarê zehmettir dikin.

Nirxê lîreyê Sûriyeyê li hember dolar 13 hezarî derbas kir.

Welatiyê bi navê S.M. yê li taxa Eşrefiyê ya li beşa di bin kontrola hikumeta Şamê de, bal kişand ser rewşa debarê ya zehmet û wiha got: "Ez êdî nikarim pêdiviyên malê peyda bikim. Çi qas hewl bidim peyda bikim, lê dîsa kêm e."

S.M. got ev rewş koçberî û penaberiyê çêdike û wiha domand: "Tu çare ji bilî koçberiyê tune ye. Ji ber ku hikumet nikare pêdiviyên herî hêsan mîna xwarin, kehrebe û av ji welatiyan re peyda bikin. Ger derfeta koçberiyê çêbû, ez ji dest xwe bernadim. Da ku jiyaneke birûmet ji zarokên xwe re peyda bikim."

′HIKUMET DIRÊJ DIKE Û BAZIRGAN KEYSBAZIYÊ DIKIN′

S.M. anî ziman ku bilindbûna bihaya ambêran mînaka krîzbûna rewşa li herêmên hikumeta Şamê ye û wiha pê de çû: "Tu kar ji bilî bilindkirina bihayên ambêran tune ye. Her demekê biha bilind dikin. Hikumet jî paşguh e; mîna ku tu eleqeya wê bi vê yekê tune ye."

S.M. destnîşan kir ku bi destpêka Tîrmehê re, piştî ku ambêrek bi 45 hezar lîreya sûriyeyê bû, bû 50 hezar lîreya sûriyeyê, lê saetên jenetoran zêde nebû.

Jenetorên kehrebeyê yên li taxê, ji saet 10′ê sibehê heta bi saet 2 piştî nîvro û ji saet 3′yê piştî nîvro heta saet 10′ê êvarê dixebitin.

S.M. anî ziman ku ji bilî lampayekê û televîzyonê li ser ambêrekê naxebitin, avsark (dolabê bûzê) ji bo ava sar li ser ambêrekê naxebite.

S.M. wiha êşên xwe parve kirin: "Mûçeya min 110 hezar lîreya Sûriyeyê ye, kubayeke biçûk a bûzê bi 4 hezar lîreya Sûriyeyê ye, her ku kuba mezin bû, pere jî zêde ne. Pêdiviya malbatê ya ji 4 ferdan rojane bi kubayeke mezin heye. Ger min rojane kubayeke mezin bi 6 hezar lîreya Sûriyeyê anî, wê demê nirxê wê tenê 180 hezar e. Ev karesatek e."

Welatiyeke din jî bi navê H.M. yê ji taxa Eşrefiyê ya beşa di bin kontrola hikumeta Şamê de wiha got: "Bi min re heqê dayîna ambêrê ya heftane tune ye, ji lew re min ambêr nebiriye."

H.M. ji ber van rewşên bihabûnê gilîdar e û wiha pê de çû: "Rewş krêttir dibe û tu çare tune ye. Em nikarin pêdiviyên malê peyda bikin; heta di van rojên germ de em nikarin kuba bûzê bikirin. Tenê em hin rojên xerca malê kêm dikin û dikirin."

H.M. anî ziman ku kubaya bûzê sûc û keysabziyeke ji hêla bazirganan ve ye û wiha got: "Dema xwediyên kargehên çêkirina bûzê dîtin ku avsark bi tunebûna kehrebeyê naxebitin tima bûn. Ji lew re bihaya bûzê li gorî dilê xwe rakirin. Berê kubaya bûzê 500 lîreya Sûriyeyê bû, niha jî deh qatî bilind bûye."

Rewşa H.M. mîna rewşa piranî kesên li aliyên hikumeta Şamê dijîn. Di her avahiyekê de herî kêm 2 qat, ji ber bilindbûna bihaya ambêran, bê kehrebe ne.

(fr)

ANHA