2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn

2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn di encama teqîna bombeyekê de birîndar bûn.

2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
13 tebax, 2023   07:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ev agahî hatin parvekirin:

''Duh êvarî (12'ê Tebaxê) li ser rêya navbera bajarê Hesekê û bajarokê Holê, seyareyeke me ya leşkerî piştî ku ji bajarokê Holê derketibû û ber bi Hesekê ve diçû, bû armanca teqemeniyekê. Di encama teqînê de 2 endamên me birîndar bûn. Endamên me yên birîndar ji nexweşxaneya meydanî yê bajarê Hesekê re hatin veguhestin.''

Di daxuyaniyê de hate gotin, Dezgeha Ewlekariya Giştî dest bi lêpirsîn û lêkolînên pêwîst kiriye.

(bb)