​​​​​​​50 hezar şêniyên Tebqayê ji ava vexwarinê mehrûm mane

Ji ber birîna ava çemê Firatê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, 9 dînamoyên dayîna avê ji Tebqayê re ji xizmetê derketin û bi wê re zêdetirî 50 hezar welatî bê ava vexwarinê mane. Rêveberiya Tebqayê hewl dide çareyên lezgîn ên dabînkirina avê pêk bîne.

​​​​​​​50 hezar şêniyên Tebqayê ji ava vexwarinê mehrûm mane
13 tebax, 2023   02:06
TEBQA - SELAM KÊREWAN

Ji ber birîna ava çemê Firatê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve rêjeya ava çem û golan kêm bûye. Di encamê de pompeyên ava vexwarinê ji xizmetî derketine.

Yekîneya Avê ya Tebqayê di 6′ê Tebaxê de daxuyandibû ku 9 pompeyên ava vexwarinê yên li ser çemê Firatê ji xizmetê derketine.

Yekîneya Avê ji ajansa me re aşkera kir ku stasyonên Cerafat, Xerîn, El Bû Asî, Refi û depoya başûr ku av dida Tebqayê, her wiha pompeyên Um Eswed, Til Osman, Enber û Tawî ku av dida gundên Tebqayê ji xizmetê derketine. Her dînamoyekê av dida zêdetirî 5 hezar kesî.

Li gorî berpirsên Yekîneya Avê ji ber nexebitîna 9 dînamoyên avê, 50 hezar şêniyên Tebqa û gundên wê ji ava vexwarinê mehrûm bûne.

Hevserokê Yekîneya Avê Hemûd El Şêx li ser rewşa dînamoyên avê wiha got: "Ji dema dewleta Tirk ava çemê Firatê biriye, rêjeya avê kêm bûye. Ji lew re me tedbîr girtin û me dînamo guhartin da ku ava vexwarinê ji welatiyan re peyda bikin. Lê ruxmî wê jî 9 dînamo ji xizmetê derketin."

El Şêx wiha domand: "Dewleta Tirk rêz ji tu peymanên navneteweyî re negirtin û av weke belgeyeke zextê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi kar anî. Bi wê re rêjeya ava çemê Firatê qut bû. Ger ev yek dewam kir, dê gelek dînamoyên din jî ji xizmetê derkevin. Ev yek nîşaneya karesateke mirovî ye."

Gelek welatiyên li herêmên Tebqa û gundewarên wê êşa qutbûna ava vexwarinê dikişînin. Mihemed Ceraş û Yasir El Herdobî got piştî dînamoyên avê ji xizmetê derketine ew êşa tunebûna ava vexwarinê dikişînin.

Yekîneya Avê ya Tebqayê wek çareseriyên lezgîn bi rêya stêran ava vexwarinê ji welatiyan re peyda dike.

(fr)

ANHA