​​​​​​​Panorama hefteyê: Nîşaneyên rageşiyeke rasteqîn li Dêrazorê

Rojname û malperên erebî di hefteya borî de cih dan rewşa başûr û çolistana Sûriyeyê (Badiye), darbeya li Nîjerê, her wiha lihevkirineke ku tê payîn di navbera DYA û Riyadê de ser asta Rojhilata Navîn, pêk were.

​​​​​​​Panorama hefteyê: Nîşaneyên rageşiyeke rasteqîn li Dêrazorê
13 tebax, 2023   04:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat der barê rewşa Sûriyeyê de gotarek bi sernavê "Nîşaneyên rageşiyeke rasteqîn li Dêrazorê" weşand. Di gotarê de tê gotin, hêzên Hizbullaha Lubnanê roja pêncşemê li herêma Tifêl a li ser sînorê Sûriye-Lubnanê li Rîf Şamê civînek li ser asta fermandaran li dar xist.  Her wiha hate gotin: "Ew civîn piştî ku fermandarekî payebilind ê Hizbullahê ji gera şopandinê ya lezgîn a li Dêrazorê pêk anîbû û lidarxistina civînan bi fermandarên Hizbullahê yên li wir re, pêk hat.”

Li gorî gotarê, di civîna dawîn de çawaniya sekna li hember êrişên muhtemel ji aliyê Amerîkayê ve li dijî hêzên alîgirên Îranê yên li Dêrazorê, danîna planekê ji bo hedefgirtina baregehên Koalîsyona Navneteweyî, hatin nîqaşkirin.

Rojnameya El Ereb jî der barê tevliheviya ewlehiyê ya li Başûrê Sûriyeyê de nûçeyek da û ew rewş bi ′cureyeke nû′ wesif kir.

Rojnameyê di nûçeya xwe de wiha nivîsî: "Desthilat propagandayê dikin ku li başûrê Sûriyeyê li dijî komên hişbirê difiroşin û belav dikin, şer dikin. Lê şîrovekaran jî da zanîn ku ev pêşkêşkirineke siyasî ye, lê di rastiyê de rewş kirêttir bûye û sûîqast rewşa bêîstîqrariyê giran dikin."

′ECOWASÊ LI DIJÎ DERBEKARÊN NÎJERÊ HÊZA REZERV SEFERBER KIR′

Rojnameya Şerq El Ewset li ser derbeya li Nîjerê wiha nivîsand: "Rayedarên Koma Aborî ya Dewletên Rojavayê Afrîkayê (ECOWAS) amade ne ′hêzên rezervê′ yên ji bo vegerandina pergala destûrê li Nîjerê bi kar bînin.

Associated Press jî li ser zimanê berpirsên rojavayî got nûnerên meclisa leşkerî ya Nîjerê gefa qetilkirina Bazom xwar, ger dewletên cîran hewl da destwerdana leşkerî ji bo alîkariya vegerandina desthilata wî bikin.

‘LIHEVKIRINEKE MEZIN LI ROJHILATA NAVÎN’

Tora El Hurra jî behsa lihevkirina tê payîn a di navbera Amerîka û Erebistana Siûdî de kir û diyar kir ku Siûdî hewl dide li ser asta NATO`yê lihevkirineke ewlehiyê pêk bîne û bernameya nukleerî ya sivîl a di bin çavdêriya Washingtonê de bi dest bixin û bikarin çekên pêşketîtir ên Amerîkayê bikirin.

Li gorî Tora El Hurra, Amerîka ji Siûdiyê dixwaze şerê li Yemenê bi dawî bike, destekê bide saziyên Filistînê yên li Dîfa El Xerbiye, qeydên mezin deyne ser têkiliyên pêşketî yên Siûdiyê-Çînê, her wiha li derfetê digere ku normalîzekirina bi Îsraîlê re parçeyekî wê ya sereke be.

Di nûçeya El Hurra de hat diyarkirin ku dê zehmet be ku serokê Amerîkayê Biden, Senatoya Amerîkayê ji bo lihevkirineke bi vî rengî îqna bike.