​​​​​​​Şervan Derwîş: Hevgirtina şêniyên Minbicê êriş pûç kirin

Şervan Derwîş anî ziman ku bi yekitî û hevgirtina şêniyên Minbicê tevahî êriş hatin pûçkirin û got "Şêniyên Minbicê îsbat kir ku xwedî îrade ne û li kêleka hêzên xwe yên leşkerî disekinin."

​​​​​​​Şervan Derwîş: Hevgirtina şêniyên Minbicê êriş pûç kirin
12 tebax, 2023   23:35
MINBIC- CUMA MIHEMED

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş bi boneya salvegera rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê, ji ANHA'yê re axivî.

Şervan Derwîş di destpêkê de kesên ku ji bo parastin û rizgarkirina Minbicê şehîd bûne, bi bîr anîn û 7 salên piştî rizgarkirina Minbicê nirxandin.

Şervan Derwîş got: "7 sal derbas bûn ku bi destkeftiyan dagirtî bûn. Beriya ragihandina pêngavê û bi damezirandina Meclisa Leşkerî ya Minbicê re, me soz dabû gelê xwe yê Minbicê ku em ê wê rizgar bikin. Me soz dabû ku em ê Minbicê bikin bajarekî nimûneyî yê jiyana hevbeş ji bo pêkhateyan. Me di nava van salan de gavên mezin avêtin. Rewşa giştî ya Minbicê jî vê yekê îsbat dike."

Derwîş bal kişand ser asta sûcên ku çeteyên DAIŞ'ê li dijî şêniyên Minbicê dikirin û got: "Ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî şêniyên Minbicê û asta sûcên ku li Minbicê dikirin, qêrîna şêniyan a ji bo rizgarkirinê bilind bû. Li ser vê yekê Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Sûriya Demokratîk ji vê qêrînê re bûn bersiv. 2 meh û nîvekê şerekî giran rû da, piştre me rizgarkirina herêmê ragihand. Ji roja yekê ya rizgarkirinê ve me rêveberiya Minbicê radestî Meclisa Sivîl kir da ku şênî xwe bi rê ve bibin."

Derwîş anî ziman ku pêvajoya rizgarkirina Minbicê ne hêsan û ev li axaftinên xwe zêde kir: "Gefên êrişên hewayî her tim hebûn. Dirêjahiya xeta eniyan dihatin hedefkirin. Di van salan de dengê şer li derdora Minbicê kêm nebûye. Li gel dengê daholên şer jî destkeftî hatin bidestxistin. Şêniyên Minbicê îsbat kir ku xwedî îrade ne û li kêleka hêzên xwe yên leşkerî disekinin. Şênî hêja ne ku bijîn. Li hemberî gef û astengiyan jî wek Meclisa Leşkerî ya Minbicê em gihaştin qonaxên pêşketî yên amadekariyan. Em dizanin ku astengiyên li pêşiya me mezin in. Xaka bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin, pêdiviya wê bi xwînê heye da ku parastî bimîne. Li ser vê yekê me binesaziya pergala xwe ya parastinê nûjen kir, me hêzên xwe perwerde û bi rêxistin kirin. Her wiha me bi gelê xwe re bingeheke parastinê ava kir. Bi teqez amadekariyên me hene ku dijmin ditirsîne.  Me gelek hewldanên dijmin derbas kirin.  Dijminên ku di êrişên xwe yên leşkerî de têk diçûn, serî li belavkirina tirsê û derxistina tevliheviyên etnîk didan."

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê banga xurtkirina têkoşînê li şêniyan kir û got: "Nameya me ji şêniyan re ew e ku têkoşînê bi hêztir bikin. Rêya li pêşiya me hîna dirêj e, dijmin bi rêya debarê û qutkirina avê şerê gelê me dike. Ji ber vê yekê ji bilî xebata hevpar, hevgirtin, xurtkirina têkoşîn û rêxistinê tu rêyên din li pêşiya me tune ne. Gelê me li kêleka hêzên xwe yên leşkerî disekine. Em di wê baweriyê de ne ku dê di siberojê de jî li kêla hêzên xwe be, ji ber ku hevgirtin û yekitî mîsogeriya jiyan û azadiya me ye. Ev girêdan û yekitiya heyî ya li Minbicê tevahî hewldanên dijber pûç kirin. Ez di wê baweriyê de me ku dê gelê me di siberojê de hewldanên bi vî rengê pûç bike. Li ser vî esasî em spasiya şêniyên Minbicê dikin ku ked dane. Em diyar kirin ku em ê bi hev re bighêjin azadiyê, em ê vê pêvajoyê derbas bikin û planên dijmin û dagirkeran têk bibin."

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş di dawiya axaftina xwe de got: "Di nava van salan de me hêzên leşkerî yên pispor ava kirin. Her kes dizane ku Meclisa Leşkerî ya Minbicê li Tebqa, Reqa û heta Baxozê li dijî DAIŞ'ê şer kir. Di van salan de me bi rêya akademiyan û pisporiyên perwerdeyê asta hêza di hemû waran de; rêxistinî, leşkertî û binsaziya parastinê xurt kir. Em di wê baweriyê de ne ku em ê layiqî fedakariyên hatine dayîn bin. Eger yek cesaret bike ku kiryarekî li dijî me bike, hingî wê berxwedana me mezin be."

(bb)

ANHA