​​​​​​​Semînerek li ser xetereyên hişbirê hat dayîn

Komîteya Tenduristiyê ya kantona Girê Spî semînerek li ser xetereyên madeyên hişbir da û rêbazên pêşîgirtina li bikaranîna hişbirê nîqaş kirin.

​​​​​​​Semînerek li ser xetereyên hişbirê hat dayîn
12 tebax, 2023   11:49
EYN ÎSA

Komîteya Tenduristiyê ya Kantona Girê Spî bi hevkariya Komîtya Jinan a meclisa kantonê semînerek li ser madeyên hişbir da. Bi dehan jinên kantonê beşdarî semînerê bûn.

Bijîşk Elî Xelîl El Hemed semîner da û madeyên hişbir, çawaniya çêkirina wan û bandora wan şîrove kirin.

El Hemed got: "Belavbûna madeyên hişbir xetereyeke rasteqîn çêdike ku gefeke mezin li tevahî beşên civakê, di serî de li ciwanan dixwe ku dînamîka civakê ne. Lewre divê civak ji ser hişbirê were hişyarkirin.”

El Hemed anî ziman ku hişyarkirina civakê ji xetereyên hişbirê divê ji malbatê dest pê bike, piştre tevahî beşên din ên civakî werin hişyarkirin.

Di semînerê de bersiva pirsên beşdaran ên li ser cureyên hişbirê, rêbazên belavbûna wan û rêbazên pêşîlêgirtinê hatin şîrovekirin. Her wiha sînevîzyonek hate nîşandan.

Biryar e ku semînerên li ser hişbirê li gund û bajarokên din ên kantona Girê Spî werin dayîn.

(bb)

ANHA