Di çalakiyên gerîla de 13 leşkerên Tirk hatin kuştin

Çalakiyên gerîla yên ji bo silavkirina salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê didomin. Di çalakiyên gerîla de 13 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin û 6 leşker jî birîndar bûn.

Di çalakiyên gerîla de 13 leşkerên Tirk hatin kuştin
12 tebax, 2023   12:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker de agahî dan.

HPG’ê bi daxuyaniyekê ev agahî parve kirin:

“Li herêma Metîna û Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li dijî dagirkeran çalakî hatin lidarxistin. Li Metînayê tîmên me yên gerok bi cesaretekî mezin û ruhê fedaî çûn ser dijmin. Di van çalakiyan de 8 dagirker hatin cezakirin, 4 dagirker jî birîndar bûn. Di çalakiyên hêzên me yên YJA Starê yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî de; 5 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker birîndar bûn û çeperên dijmin hatin derbkirin.

Di van çalakiyan de 13 dagirker hatine cezakirin û 6 dagirker jî birîndar bûn. Agahiyên li ser çalakiyên gerîlayan û êrişên artêşa Tirk a dagirker wisa ye:

Herêma Şehîd Delîl a Rojava Zapê;

11’ê Tebaxê saet 06:30’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hêzên me bi çekên giran li dagirkeran dan û dagirkerek hate cezakirin.

11’ê Tebaxê saet 08:30 û 09:20’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û dagirkerek birîndar bû.

11’ê Tebaxê saet 11:40’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi taktîka sûîkastê li dagirkeran hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.

11’ê Tebaxê saet 12:00’an de li Qada Berxwedana Girê Cûdî bi taktîka sûîkastê li dagirkeran hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.

11’ê Tebaxê saet 14:45’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û dagirkerek hate cezakirin

11’ê Tebaxê saet 15:00’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên otomatîk ên navîn li dagirkeran hate xistin.

11’ê Tebaxê saet 16:00 û 16:20’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.

11’ê Tebaxê saet 21:20-23:15’an hêzên me yên YJA Starê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî mudaxeleyî helîkopteran kirin.

12’ê Tebaxê saet 00:45’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi taktîka sûîkastê li dagirkeran hate xistin û dagirkerek birîndar bû.

12’ê Tebaxê saet 02:20’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li çeperekê hate xistin.

12’ê Tebaxê saet 03:00’an li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

Ev çalakiyên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê hatine kirin. Ev çalakî ji bo silavkirina Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê hatiye kirin.

Herêma Metînayê:

10’ê Tebaxê saet 15:30’an li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê li dijî dagirkeran bi taktîka vedizînê, ji du milan ve çalakî hate kirin. Milê yekemîn ên çalakiyê ji nêz ve li dagirkeran dan. Li vir 8 dagirker hatin cezakirin û 4 dagirker birîndar bûn. Milê duyemîn ê çalakiyê bi çekên otomatîk ên navîn û bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Ev çalakî ji bo silavkirina 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê hatine kirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker;

Di 11 û 12’ê Tebaxê de Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya herêma Şehîd Delîl a Rojava Zapê 4 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî ya Metînayê 2 caran, qadên gundê Dêrêşê û Deşta Kafyayê

Di 10’ê Tebaxê de Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 12 caran bi helîkopterên êrişê hatiye bombekirin.

Herêmên Zap, Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê û Metîna bi topan hatine bombekirin.”