​​​​​​​Li Efrînê 7 kesên din hatin revandin

MÎT'a dewleta Tirk li navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê 7 welatî revandin.

​​​​​​​Li Efrînê 7 kesên din hatin revandin
12 tebax, 2023   11:14
ŞEHBA

Çavkaniyên xwecih agahî dan ajansa me û da zanîn ku MÎT'a dewleta Tirk a dagirker 7 welatiyên ji navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagirkirî revandine û li pêş malbatên wan heqaret li wan kiriye.

Li gorî heman çavkaniyan, kesên hatine revandin ev in: Egîd Mihemed Ebdo (33) û Beşar Fadil Weysî ji navenda Cindirêsê ne, Ebdulhemîd Mistefa Xelîl (26), Cuma Mihemed Kelxo (25), Mihemed Mihemed Tobal (34), Mistefa Mihemed Colaq (24) û Ferhad Fayeq Hemûş ji gundê Celemê yê Cidirêsê ne.

Çavkaniyan diyar kir ku çeteyên revandî birine cihekî nediyar û heta niha aqûbeta wan ne diyar e.

(bb)