​​​​​​​Nasnameyên şehîdên êrişa li Silêmaniyê eşkere bûn

Nasnameyên sivîlên ku di êrişa duh ya balafira bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker a li ser rêya serekî ya navçeya Pênciwênê ya parêzgeha Silêmaniyê de şehîd bibûn, eşkere bûn.

​​​​​​​Nasnameyên şehîdên êrişa li Silêmaniyê eşkere bûn
12 tebax, 2023   10:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh di saetên êvarê de balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker li ser rêya serekî ya navçeya Pênciwênê ya girêdayî parêzgeha Silêmaniyê wesayîteke sivîlan bombebaran kir.

Nasnameyên sê kesên di êrişê de şehîd bûne, eşkere bûn.

Hat zanîn di êrişê de Karmendê Kompanya Asya Cell Hesen Ehmed Newzet yê niştecihê Dihokê, tevî hevjîna xwe Zeyneb Mistefa û keça xwe Riyam ya ku li Îranê dixwend, şehîd bûn.