​​​​​​​Gerîla TV dîmenê çalakiyeke YJA Starê weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiya ku gerîlayên YJA Starê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî lidar xist, weşand.

​​​​​​​Gerîla TV dîmenê çalakiyeke YJA Starê weşand
12 tebax, 2023   10:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ev daxuyanî dabû:

 “Roja 4’ê Tebaxê di saet 15.00’an de tîmên me yên bi tevger li dijî dagirkerên ku li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hatin ba hev, çalakiya gerîla ya bi koordîneyî lidar xistin. Ji du aliyan ve bi rengekî bi bandor li dagirkeran hate xistin û herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hat lidarxistin.”