Ava golên Firatê ji sedî 85 kêm bûye

Ji rêveberên Bendava Rojava Hemûd El Hemadîn da zanîn ku ji ber qutkirina ava Firatê ji hêla dewleta Tirk ve, golên bendavên Firatê zêdetirî ji sedî 85`ê ava depoyên xwe ji dest daye û bi vê yekê badoreke neyînî li avahiyên bendavan, ava vexwarinê û hilberandina kehrebeyê bûye.

Ava golên Firatê ji sedî 85 kêm bûye
10 tebax, 2023   11:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê rêveber ê Bendava Rojava (Tişrîn) Hemûd El Hemadîn ji malpera fermî ya Rêveberiya Xweser re axivî.

Hemûd El Hemadîn got: "Siyaseta dewleta Tirk a qutkirina avê û kêmbûna wê di bendavên herêmê de bi xwe re encamên neyênî anîn û bandor li herêmê bi giştî kir. Bi wê re peydakirina ava vexwarinê zehmet kir, xebatên bendavan bi saetên dirêj bi awayekî rojane hatin sekinandin, çem veguherîn çiravan, nexweşiyên vegir û pandemî belav bûn. Ji wê zêdetir zirar gihîşt mewsimên çandiyê, rûberên çandiniyê kêm bûn. Li aliyekî din jî bandoreke yekser li ewlehiya xurekê kir, hilberandina çandinî û aboriyê li herêmê paş ket û ji ber koçberiya ciwanan û kêmbûna kedkar û karkeran a di encama van kiryaran de, guhertina demografiyê li herêmê pêk tê.”

El Hemadîn bi bîr xist ku ev 30 meh in ji ber girtina avê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ku di saniyê de tenê 200 metrekab av dide, li herêmê rewşeke karesatê heye û wiha dom kir: “Para herêmê ya normal di her saniyê de 500 metrekab av e. Ji ber girtina avê, ava golên bendavan kêm bû, depoya stratejîk a golên Firatê jî ji sedî 85`ê ava li bendava Tişrînê ji dest da. Wê yekê bandoreke neyînî li avahiyên bendavan, ava vexwarinê û hilberandina kehrebeyê jî kir. Ji ber rawestandina bendavê û nexebitandina hemû torbînan, niha rojane tenê 2 torbîn hteta 7 saetan dixebitin û hêza hilberandina kehrebeyê ji 107 megawat daketiye 75 megawat. Her wiha ji sedî 35`ê hilberandina kehrebeyê ji dest daye.”

El Hemadîn destnîşan kir ku bêdengiya NY, rêxistinên hiqûqî û dewletên herêmê hişt ku rewşa mirovî ya li herêmê aloztir bibe, bandoreke yekser li ewlehiya xurekê kir, gef li jiyana nêzî 7 milyon mirovên li herêmê tê xwarin û wiha dom kir: “Ji ber ku herêm bi giştî xwe dipsêre ava çemê Firatê û bendavên li herêmê. Ji lew re divê NY′yê û rêxistinên hiqûqî destwerdanê bikin û van kiryarên dijminane yên dewleta Tirk bi dawî bikin û para herêmê ya avê (500 metrekab) bê dayîn.”

(fr/c)