Meclisa Leşkerî ya Nîjerê hikumeteke nû ava kir

Meclisa Leşkerî ya Nîjerê ragihand ku hikumeteke nû ji 21 wezîran ava kiriye.

Meclisa Leşkerî ya Nîjerê hikumeteke nû ava kir
10 tebax, 2023   11:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Leşkerî ya Nîjerê ragihand ku hikumeteke nû ji 21 wezîran ava kiriye.

Dihat payîn ku serokên ECOWAS’ê li paytexta Nîjeryayê Abujayê bicivin û gavên ji bo vegerandina serokê Nîjerê yê girtî Mihemed Bazom li ser desthilatê nîqaş bikin, lê ragihandina hikumeteke nû pêk hat.

ECOWAS′ê di civîna xwe ya 30′ê Tîrmehê de gef xwarin ku ger fermandarên derbeya leşkerî desthilat di hefteyekê de radestî Bazom nekir, dê hêza leşkerî bi kar bînin. Lê dem derbas bû û tiştek nehat guhartin.

Serok Mihemed Bazom yekemîn serokê erebî ye ku bi awayekî demokratîk hate hilbijartin û desthilata Nîjerê bi dest xist. Bazom di Nîsana 2021′ê de hate hilbijartin û bû serokê Nîjerê.

(fr)