​​​​​​​Meclisa Reqayê qeyda milkiyetê aktîf kir

Meclisa Sivîl a Reqayê ragihand ku qeyda milkiyetê li Reqa û gundewarên wê bi rêya vekirina navendeke xwe, aktîf kiriye.

​​​​​​​Meclisa Reqayê qeyda milkiyetê aktîf kir
​​​​​​​Meclisa Reqayê qeyda milkiyetê aktîf kir
​​​​​​​Meclisa Reqayê qeyda milkiyetê aktîf kir
​​​​​​​Meclisa Reqayê qeyda milkiyetê aktîf kir
10 tebax, 2023   11:34
REQA

Meclisa Sivîl a Reqayê li bajêr navendeke aktîfkirina qeyda milkiyetê vekir da ku kar û barên milkiyeta welatiyên Reqa û gundewarên wê bi rê ve bibe, belge û arşîvên milkiyetê kom bike.

Li başûrê Çerxerêya Neîm a li naverasta bajêr navend hate vekirin. Di vekirinê de hevserokatiya Meclisa Sivîl a Reqayê, endamên meclisê, rûspî û şêxên eşîran û endamên saziyên sivîl ên Reqayê amade bûn.

Piştre dayika şehîd Mihemed Henkoş Wefa Sewaf deriyê navendê vekir û beşdar li beşên navendê geriyan.

Li ser girîngiya navenda qeyda milkiyetê ya li Reqayê, hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Şêx Mihemed Nûr El Zîb axivî û wiha got: "Girîngiya vekirina navendê ew e ku kar û barên milkiyetê werin birêvebirin û birêxistinkirin. Ji bo wê Meclisa Sivîl a Reqayê di 2 salên borî de avahiyê qeyda milkiyetê ava kir."

Nûr El Zîb wiha domand: "Piştî QSD′ê Reqa rizgar kir, Meclisa Sivîl a Reqayê bi hevkariya QSD′ê parastina qeyd û nîgarên kadastroyê yên Reqa û gundewarên wê li dibistaneke Reqayê kir. Bi aktîfkirina vê navendê re dê hemû li navendê werin komkirin."

Li gorî meclisê, xebata navenda qeyda milkiyetê dê ji şemiya bê de dest pê bike û ji bo kar û barên welatiyan, welatî dikarin serî li navendê bidin.

(fr)

ANHA