​​​​​​​Dewleta Îranê 10 sal ceza da 2 jinên çalakvan

Dewleta Îranê 10 sal cezayê girtîgehê li 2 çalakvanên Behaî; Mahoş Şehriyarî û Ferîba Kamalabadî birî.

​​​​​​​Dewleta Îranê 10 sal ceza da 2 jinên çalakvan
10 tebax, 2023   10:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Dadgeha Îstînafê ya Tehranê 10 sal cezayê girtîgehê li Mahoş Şehriyarî û Ferîba Kamalabadî ku welatiyên behayî ne û di Girtîgeha Evînê de tên girtin, birî.

Her du çalakvanên behayî bi hinceta ‘damezirandin û birêvebirina koma bi armanca li dijî ewlekariya neteweyî’ hatibûn girtin.

Her wiha li her du çalakvanan, 2 sal qedexeya derketina derve, 2 sal cezayê qedexeya rûniştinê li Tehranê, 2 sal qedexekirina çalakiyên di nav komên civakî de û desteserkirina mal û milk, telefonên destan, kompîtur û amûrên din hat bîrin.

Ji destpêka îdianameyê ve çalakvanan diyar kir ku îdianame tenê bi gotineke siyasî ya îdeolojîk hatiye amadekirin.