Zêdebûna nakokiya Amerîka û Îranê rojeva rojnameyên erebî ye

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa nîşaneyên rageşiyekê li Dêrazorê, rewşên li Sûdanê û bilindbûna hevrikiyên Îmarat û Erebistana Siûdî kir.

Zêdebûna nakokiya Amerîka û Îranê rojeva rojnameyên erebî ye
10 tebax, 2023   07:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat der barê rewşa Sûriyeyê de gotarek bi sernavê "Nîşaneyên rageşiyeke rasteqîn li Dêrazorê" weşand.

Di gotarê de wiha tê gotin: "Hêzên Hizbullaha Lubnanê di çend saetên borî de li herêma Tifêl a li ser sînorê Sûriye-Lubnanê li Rîf Şamê civînek li ser asta fermandaran li dar xist. Ew civîn piştî ku fermandarekî payebilind ê Hizbullahê ji gera şopandinê ya lezgîn a li Dêrazorê pêk anîbû û lidarxistina civînan bi fermandarên Hizbullahê yên li wir re, pêk hat.”

Li gorî gotarê, di civîna dawîn de çawaniya sekna li hember êrişên muhtemel ji aliyê Amerîkayê ve li dijî hêzên alîgirên Îranê yên li Dêrazorê, danîna planekê ji bo hedefgirtina baregehên Koalîsyona Navneteweyî, hatin nîqaşkirin.”

‘ALIYÊN SÛDANÎ BER BI VEBIJÊRKA LEŞKERÎ VE DIÇIN’

Rojnameya El Ereb der barê rewşa Sûdanê de behsa tevgera leşkerî ya mezin a li Sûdanê kir û wiha nivîsand: "Ev sewqiyat diyar dike ku çareseriya leşkerî vebijêrka her du aliyên dijber e û her aliyek dikare şer li gorî xwe û dûrî dan û standinan û dîplomasiyê bi dawî bike.

Artêşa Sûdanê ya bi serkêşiya Ebdufettah El Burhan li ser firehkirina operasyonên xwe li hemû herêmên paytexta Xertûmê li dijî Hêzên Piştevaniya Lezgîn a bi serkêşiya Mihemed Hemdan Deqlo axivî. Deqlo jî ragihand ku ew hêzên xwe bi tevlêbûna ‘Hêzên Mertalê Sûdanê’ xurt dike.

Ev yek nîşan dide ku rewşa li ser Sûdanê aram nabe û tevlêbûna van hêzan dê hevsengiya hêzê tevlihev bike.”

′HEVRIKIYA SIÛDÎ-ÎMARATÊ ZÊDE DIBE′

Rojnameya Exbar a Lubnanê jî behsa têkiliyên Erebistana Siûdî-Îmaratê kir û wiha nivîsî: “Nakokiya veşartî ya Siûdî û Îmaratê gurtir dibe. Nemaze piştî ku serokên her du welatan ev nakokî veguherand şerekî di navbera her du nasnameyan; "Siûdî" û "Îmaratî" de. Ev veguhertin xwedî girîngiyeke din e, nexasim di demekê de ku rola Amerîkayê ya parastina Kendavê heta astekê bi paş ketiye. Di heman demê de dê rê neyê dayîn ku ev dewlet bi temamî ji bin bandora Amerîkayê derkevin û ber bi vebijêrkên din ên herêmê û navneteweyî ve biçin.”

(fr)