Li Girê Cûdî 12 dagirker hatin kuştin

Di 'Operasyona Şoreşgerî' ya HPG'ê de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî herî kêm 12 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.

Li Girê Cûdî 12 dagirker hatin kuştin
10 tebax, 2023   06:37
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî agahiyên ku Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ji çavkaniyên gerîla wergirtine, di 'Operasyona Şoreşgerî' ya li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî de, herî kêm 12 leşkerên dagirker hatine kuştin.

Artêşa Tirk a dagirker Qada Berxwedanê 5 saetan bê navber bombebaran kir.

Heman çavkaniyan şeva 9'ê Tebaxê ragihandibû ku 9 leşker hatine kuştin. Di çalakiyan de 3 leşkerên din jî hatibûn kuştin.