Namzetê serokkomariyê yê Ekvadorê hate kuştin

Namzetê serokkomariyê yê Ekvadorê Fernando Villavicencio di êrişekê de hate kuştin.

Namzetê serokkomariyê yê Ekvadorê hate kuştin
10 tebax, 2023   07:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Hilbijartinên serokkomariya Ekvadorê ya li Amerîkaya Başûr nêz dibin. Beriya hilbijartinê yek ji endamên parlamentoyê û namzetê serokkomariyê Fernando Villavicencio duh li paytexta Ekvadorê Quitoyê dema ji çalakiyekê vedigeriya, di wesayîta xwe de hate gulebarankirin.

Li gorî şahîdên bûyerê, Fernando Villavicencio ji serê xwe 3 gule xwarine û jiyana xwe ji dest daye.

Serokkomarê Ekvadorê Guillermo Lasso, mirina Villavicencio piştrast kir. Her wiha hate zanîn ku êrişkarek hatiye kuştin.

Di 20’ê Tebaxê de dê hilbijartin bihata kirin. Kampanyaya Villavicencio piraniya xwe li ser têkoşîna li dijî xizaniyê, texrîbata ser xweza û jîngehê û zêdebûna pirsgirêkên ewlehiyê yên Ekvadorê bû.