Dewleta Tirk a dagirker dest daniye ser 6 hezar mal, hezar û 200 dikan li Serêkaniyê

Ji dema dagirkirina Serêkaniyê ve,  dewleta Tirk a dagirker dest daniye ser zêdetirî 6 hezar mal û zêdetirî hezar û 200 dikanên şêniyên Serêkaniyê. Her wiha niştecihên biyanî û malbatên çeteyan tê de bi cih kirine.

Dewleta Tirk a dagirker dest daniye ser 6 hezar mal, hezar û 200 dikan li Serêkaniyê
10 tebax, 2023   00:42
HESEKÊ

Ji dema dagirkirina Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve sala 2019'an û koçberkirina zêdetirî 150 hezar welatî ji Serêkaniyê, dewleta Tirk a dagirker siyasetên guhertina demografiyê li bajêr dimeşîne ku malbatên çeteyan û niştecihên biyanî di xanî û dikanên şêniyên resen de bi cih dike.

BICIHKIRINA 55 MALBATÊN DAIŞ'Î

Li gor amarên Komîteya Koçberên Serêkaniyê û Hevgirtina Qurbaniyan a Hevdestî, dewleta Tirk a dagirker dest daniya ser 6 hezar malên şêniyên resen ên Serêkaniyê yên ku bi darê zorê hatine koçberkirin. Li şûna wan malbatên çeteyan yên ji Hums, Dera, gundewarê Şamê û Îdlibê bi cih kirine, her wiha 55 malbatên DAIŞ'ê ku ji Kampa Holê hatine revandin jî bi cih kirine.

Dewleta Tirk a dagirker malbatên çeteyan li taxa Hewarna bi cih kirine. Çavkaniyên xwecih piştrast kirin ku dewleta Tirk tax bi temamî girtiye û ketin û derketin qedexe kiriye.

Her wiha dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 55 gund ji niştecihên wan ên resen bi temamî vala kirin û hinek ji wan veguhastin baregehên leşkerî.

Çavkaniyên din destnîşan kirin ku gelek kesên iraqî û biyanî li bajarokên Serêkaniya dagirkirî û gundên wê tên dîtin.

Di heman çarçoveyê de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên dest danîn ser zêdetirî hezar û 200 dikanên li Serêkaniyê û li malbatên çeteyan ên li bajêr, hatine parvekirin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê guhertina demografiya Serêkaniyê û bajarokên wê didomîne, bi armanca koçberkirina niştecihên resen sûcan li dijî wan pêk tîne û hemwextî wê jî welatiyên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê, vedigerîne deverên dagirkirî û di malên koçberan de bi cih dike.

(mh/şx)

ANHA