Koçber bicihkirina biyaniyan li malên wan red dikin

Koçberên ji herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî bertek nîşanî bicihkirina biyaniyan li malên wan da û diyar kir ku dewleta Tirk nasnameya nîştimanî ya sûriyeyiyan diguherîne.

Koçber bicihkirina biyaniyan li malên wan red dikin
10 tebax, 2023   01:26
MINBIC

Koçberên ji herêmên Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de têkildarî bicihkirina biyaniyan di malên wan de, ji ajansa me re axivîn.

Koçbera ji Efrînê (18 Adar 2018 hat dagirkirin) Bêrîvan Mehmûd ku niha li bajarê Minbicê bi cih bûye, got: “Bi destpêkirina Şoreşa Sûriyeyê re dewleta Tirk ji bo ku sûdê ji penaberan werbigire û wan bi kar bîne, sînorên xwe vekirin. Her wiha kamp ava kirin û penaber lê bi cih kirin, da ku zextê li dewletên Ewropayê û rêxitinan bike. Piştgiriya ku wan dewletan ji penaberan re dişand, di rastiyê de diçû ji çeteyan re.”

Bêrîvan anî ziman ku partiya AKP ji bo ku nasnameya tirkî bidin sûriyeyiyên alîgirên xwe û dengê wan di hilbijartinan de bi kar bîne, zext li partiyên muxalefetê kir û diyar kir ku piştî serkeftina Erdogan di hilbijartinan de niha penaberên ji Sûriyeyê ji axa Tirkiyeyê tên derxistin.

Bêrîvanê got: “Niha niyetên rastîn ên rayedarên Tirk li hember gelê Sûriyeyê eşkere bûn.”

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane ajansa me, desthilata Tirk ji destpêka îsal de zêdetirî 12 hezar malbatên ji herêmên cuda yên Sûriyeyê ji axa Tirkiyeyê derxistine û li herêmên dagirkirî bi cih kirine.

Li gorî gotina koçberên ji malên xwe hatine derxistin û li herêmên Rêveberiya Xweser  bi cih bûne, dewleta Tirk di bin navê “vegera dildarî” penaberan dişîne herêmên dagirkirî û wan di malên koçberan de bi cih dike.

Bêrîvan bi bîr xist ku li Efrîna dagirkirî bi rêya bicihkirina biyaniyan li malên koçberan û mêtingehan, guhertina demografiyê pêk tê û wiha domand: “Armanc ji avakirina mêtingehan bi cihkirina alîgirên dagirkeran in. Xwecihên wan herêman ên Kurd, Ereb û pêkhateyên din jî bi dare zorê ji herêmên wan tên derxistin.”

Cîhan Elo ya ji gundewarê Şehbayê yê dagirkirî û ji sala 2018`an de kobçer bûye jî bale dikişîne ser bikaranîna dosyaya penaberêna sûriyeyî ji aliyê dewleta Tirk ve û dibêje: “Pişt ku rayedarên Tirk penaberên Sûriyeyê ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîn, wan dersînor dikin û li herêmên Sûriyeyê yên dagir kirine mîna Serêkaniyê, girê Spî, Efrîn û Şehbayê bi cih dikin. Armanca wan ew e ku demografiya herêmê biguherînin û berxwedêrên li herêmê bi kesên ku li dijî siyasetên dagirkeran dernakevin biguherînin.”

GUHERTINA NASNAMEYA NÎŞTIAMNÎ YA SÛRIYEYIYAN

Ebdulqadir El Hisên ê koçberê ji bajarê Idlibê yê dagirkirî ye û li bajarê Minbicê bi cih dibe, destnîşan kir ku dewleta Tirk ji dema dest li aloziya Sûriyeyê werdaye, li ser guhertina nasanmeya nîştimanî ya sûriyeyiyan dixebite û wiha dom kir: “Dewleta Tirk pere û zimanê xwe ferz dike, mêtingehan ava dike û malbatên çeteyan ên ji herêmên din lê bi cih dike.”

El Hisên bertek nîşanî guhertina demografiyayê û bicihkirina biyaniyan li malên koçberan da û got: “Rejîma Sûriyeyê ku şêniyên ji Hums, Hema, Dera, Şamê û herêmên din ên di bin serweriya xwe de dan koçberkirin, guhertina demografiyayê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve tê kirin hêsan kir. îro jî dewleta Tirk a dagirker wan koçberan ji guhertina demografiya herêmên dagirkirî bi kar tîne.”

(c)

ANHA