Dayikên şehîdan: Ji bo azadiya rêberê xwe em amade ne fedakariyên din bikin

Dayikên şehîdan got "Ne pêkan e kesên çêja azadî û demokrasiyê kiribin ji fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bi dûr bikevin. Di oxira azadiya wî ya fîzîkî de me kezebên xwe dan û em amade ne dîsa bidin."

Dayikên şehîdan: Ji bo azadiya rêberê xwe em amade ne fedakariyên din bikin
9 tebax, 2023   23:37
QAMIŞLO - BESNA ŞEMO

Dayikên şehîdan ên ji navçeyên kantona Qamişloyê tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Dayika şehîd Xebat Til Koçer, Hediye Xalid diyar kir ku fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan rêya gelên di oxira pêkanîna azadiya xwe de tê dikoşin, ronî kir.

Hediye binpêkirin û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û wiha got: "Armanca dewleta tirk a dagirker gelan ji fikir û felsefeya Rêbertî bi dûr bixin. Ne pêkan e kesên çêja azadî û demokrasiyê kiribe ji fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ‎bi dûr bikeve û di oxira azadiya wî ya fîzîkî de me kezebên xwe dan û em amade ne dîsa ‎bidin‎."

Hediye da zanîn ku ew amade ne fedakariyên din jî bidin û wiha doman: "Ez wek dayika şehîd, di oxira pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û binkeftina planên bi armanca têkbirina destkeftiyên şoreşa me de amade me fedakariyên din jî bidim."

Li aliyekî din jî dayika şehîd Serhed Botan, Bede Ehmed anî ziman ku armanca dewleta Tirk a dagirekr ji tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan gelê Kurd û doza wî hedef bigire.

Bede wiha domand: "Çi qas dewleta Tirk hewl bide dê bi bin bikeve, ji ber ku berêya Rêberê me hedef digire, li hember me bisekine. Em amade ne di oxira azadiya fîzîkî ya Rêbertî de fedakariyên din jî bidin."

Bede soz da ku ew ê di oxira pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de li qadên têkoşîn û berxwedanê bimînin û wiha pê de çû: "Azadiya me ji azadiya wî ye û sûcên li dijî wî li dijî me ne jî."

Her wiha dayika şehîd Lewend Cûdî, Sûad Xeno jî wiha got: "Rêber Abdullah Ocalan rêberekî mirov û sembola dîrokî ye. Armanca tecrîdê bidawîkirina peyama Rêbertî ya pêkanîna azadiya gelên bindest e."

Sûad wiha dawî li gotina xwe anî: "Ji têkbirina planên dewleta Tirk û alîgirên wê, divê em xwedî li fikra Rêber Abdullah Ocalan derkevin. Em wek dayika şehîd amade ne erka xwe ya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk bînin."

(fr)

ANHA