Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevdîtin bi OHCHR’yê re kir

Şandeyê 2 milyon û 646 hezar û 211 îmzeyên ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine berhevkirin, duh dan rayedarên CPT’yê, îro hevdîtin bi Serkomîseriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî re kir.

Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevdîtin bi OHCHR’yê re kir
9 tebax, 2023   19:53
NAVENDA NÛÇEYAN

2 milyon û 464 hezar û 211 îmzeyên ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û rabûna tecrîda ji ser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin berhevkirin, teslîmê Serkomîseriya Mafên Mirovan (OHCHR) a Neteweyî (NY) ku li bajarê Cenevre yê Swîsreyê ye, hat kirin.

Hevberdevkê Înîsiyatîfa Azadî Ji Bo Azadiya Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îdrîs Said û Hevseroka Înîsiyatîfa Parêzeran a Azadî Ji Bo Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Xanim Ayo, îro hevdîtin bi rayedarên OHCHR’yê re kir û îmze teslîmê wan kirin.

Piştî hevdîtinê, şandeyê tev li çalakiya rûniştinê bû ku di çarçoveya pêngava ‘’Dem dema azadiyê ye’’ de ji 25’ê Çileya sala 2021’ê ve li ber Avahiya NY’yê ku Cenevreyê ye, tê lidarxistin û daxuyanî da.

Dûre Hevseroka Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Selma Surer axivî. Selma Surer bal bir ser tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ku 29 meh in berdewam e, çalakiya rûniştinê silav kir û got:  ‘’Em her çiqas ji axa xwe hatibin kirin jî wê têkoşîna me berdewam be.’’

Selma anî ziman ku tecrîd û êrişên dagirkeriyê zêdetir dibin û destnîşan kir ku dewleta Tirk tecrîdê wek hêmaneke şantajê bi kar tîne û heta agahî ji Rêber Abdullah Ocalan bigirin ew ê tê bikoşin.

Hevberdevkê Înîsiyatîfa Azadî Ji Bo Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îdrîs Said, li ser hevdîtina xwe ya bi OHCHR’yê re agahî dan. Said diyar kir ku ew bi OHCHR’yê re li ser tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan axivîne û 2 milyon û 646 hezar û 211 îmzeyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan berhev kirine, wan teslîmê rayedarên OHCHR’yê kirine.

Hevseroka Înîsiyatîfa Parêzeran a Azadî Ji Bo Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Xanim Ayo jî, da xuyakirin ku li Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spiyê ku dewleta Tirk bi çeteyan re bûye piştgir û ew dagir kirine, li kirina sûcên şer dewam dike û gelê herêmê bi zorê dikin koçber. Xanim Ayo bi dewamdarî wiha axivî: ‘’Me xwest ku dawî li piştgiriya ji bo dewleta Tirk û çeteyên di bin kontrola wê de bê anîn. Van çeteyan êriş Rojava dikin. Bi êrişên hewayî sivîl û leşkerên dibin şehîd, zêde dibin.’’