Li kampa Holê şewat: Zirarên madî çêbûn

Li beşa yekemîn a kampa Holê ku malbatên çeteyên DAIŞ`ê lê dimînin, agir bi konan ket. Di encamê de zirarên madî çêbûn.

Li kampa Holê şewat: Zirarên madî çêbûn
9 tebax, 2023   19:51
HESEKÊ

Li gor agahiyên ku hin çavkaniyan dane, li kampa Holê ya ku malbatên çeteyên DAIŞ`ê lê dimînin, agir bi 19 konên beşa Muhacîrat ketiye.

Hate ragihandin ku tîmên xilaskirinê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn agir kontrol kiriye lê agahiyên der barê sedema şewatê de nehatin zanîn.

Kampa Holê, li cîhanê kampa herî xetere ye ji ber ku çeteyên DAIŞ`ê yên herî tundraw lê dimînin û dem demê kiryarên wiha dikin.

(şx)

ANHA