ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-8-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-8-2023
9 tebax, 2023   23:00

Dayikên şehîdan got "Ne pêkan e kesên çêja azadî û demokrasiyê kiribin ji fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bi dûr bikevin. Di oxira azadiya wî ya fîzîkî de me kezebên xwe dan û em amade ne dîsa bidin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji dema dagirkirina Serêkaniyê ve,  dewleta Tirk a dagirker dest daniye ser zêdetirî 6 hezar mal û zêdetirî hezar û 200 dikanên şêniyên Serêkaniyê. Her wiha niştecihên biyanî û malbatên çeteyan tê de bi cih kirine.

Koçberên ji herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî bertek nîşanî bicihkirina biyaniyan li malên wan da û diyar kir ku dewleta Tirk nasnameya nîştimanî ya sûriyeyiyan diguherîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di çarçoveya însiyatîfên mirovî û alîkariyên eşîran de û hemwextî germahiya zêde û qutkirina ava stasyona Elok ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, nêzî 310 sahrîcên avê gihîştin Hesekê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê ji sedî 25 rojeya avakirina nexweşxaneyeke giştî li Kobanê qedand. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Her kes dizane ku exlaq di civakê de cihekî çawa digire. Exlaq faktorê sereke yê hevgirtina civakê û parastina nirxên wê û bîra wê ya pîroz e. Lewma exlaq ji bo civaka mirovahiyê xwedî cihekî bilind e. Bi exlaq têkiliyên ferd, kom û çandan xurttir dibin. Bêyî exlaq jî helbet dê çarenûsa her civakê têkçûn û tunebûn be. Ji ber ku exlaq taybetiyeke civakê ye û di cewherê civakê de cih digire.

Rêxistina Impakt a Lêkolînan, Komîteya Hevbeşiyê bi koordîneya rêxistinên civaka sivîl a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî rewşa çandiniya pembo û biryarên girêdayî wê, panelek li navenda piştgiriya civaka sivîl a li Reqayê li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star a herêma Firatê ji bo piştgiriya jinên Efganistan û Şengalê bi dirûşma “Li hember qirkirina jinan em jiyaneke azad ava dikin” çalakiyek li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongar Star û Yekitiya Jinên Êzidî, ji bo piştgiriya jinên Efganistan û Şengalê meşek li gundê Til Susin ê navçeya Ehdas a Şehbayê li dar dixe saet di 18:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)