Li Qamişloyê ciwanan bi meşalayan daket qadan û tecrîd şermezar kir

Ciwanên Qamişloyê li dijî tecrîda girankirî li ser Rêber Abdullah Ocalan û êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmê meşeke meşalayan li darxist.

Li Qamişloyê ciwanan bi meşalayan daket qadan û tecrîd şermezar kir
9 tebax, 2023   18:07
QAMIŞLO

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Ciwan û Ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji bo şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşeke meşalayan li bajarê Qamişlo li darxist.

Meşa ciwanan ji ber Wargeha Ciwanan a li bajarê Qamişlo bi dirûşma “Li dijî tecrîd û dagirkeriyê cenga azadiyê serbixe” bi rakirina meşalayan dest pê kir.

Meşvan bi sloganên “Bimire xiyanet”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Şehîd namirin” gihaştin kolana Mûnîr Hebîb. Li kolanê meş rawestiya û veguherî mitîngê.

Piştî deqeyeke rêzgirtin endamê Rêveberiya Ciwanên PYD`ê Hesen Mustefa axivî û diyar kir ku ew dê bi tekoşîna xwe dawiyê li tecrîda dijî Rêber Abdullah Ocalan bînin û got: “Em milîtanên Rêber Apo ne, em bi berxwedanî dê li hember dewleta Tirk a faşist bisekinin.”

Meş bi slogana “Bê serok jiyan nabe” bi dawî bû.

(sb)

ANHA