Gerîla lê da: 9 dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, bi çekên ferdî sûîkast li artêşa Tirk ku hewl dide êriş Qada Berxwedanê ya Cûdî bike, da û 9 dagirker ceza kirin.

Gerîla lê da: 9 dagirker hatin cezakirin
9 tebax, 2023   17:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor agahiyên ji çavkaniyên HPG’ê hatin wergirtin; operasyon li dijî artêşa Tirk ku hewl dide êriş Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bike, hatiye kirin. Bi çekên ferdî 3 dagirker ji nêz ve û bi sûîkastê 6 dagirker hatine cezakirin.

Hate diyarkirin ku operasyona şoreşgerî ya gerîlayan ku bi giştî 9 dagirker hatin cezakirin, li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî didome.