El Esed: Terora li Sûriyeyê bi destê Tirkiyeyê hatiye çêkirin

Serokê Sûriyeyê Beşar El Esed got terora li Sûriyeyê bi destê Tirkiyeyê hate çêkirin û heta vê kêliyê ji finanseya wê dike. Her wiha diyar kir ku têkiliya bi dewletên erebî re dê ne cewherî bimîne û Komara Erebî venguheriye saziyekê.

El Esed: Terora li Sûriyeyê bi destê Tirkiyeyê hatiye çêkirin
9 tebax, 2023   19:19
NAVENDA NÛÇEYAN

El Esed li gel tora Sky News Erebiye hevdîtin çêkir û ev daxuyanî da.

Têkiliyên bi dewletên erebî re El Esed got: “Têkiliya bi dewletên erebî re, dê ne cewherî bimîne. Komkara Erebî jî venguheriye saziyekê.”

El Esed wiha domand: “Gelo vegera Sûriyeyê dê ne cewherî be? Ev girêdayî xwezaya têkiliyên erebî-erebî ye.  Gelo guherî? Bawer nakim ku di wê kûrehiyê de guherî be. Destpêkê, têgihiştinek hebû ku metirsî bandor li me dewletên erebî dikin. Lê ew têgihştin negihişt pêvajoya danîna çareseriyan. Madem çareserî nîn e, wê demê têkilî dê ne cewherî be.”

HELWESTA LI HEMBER OPOZÎSYONÊ

Her wiha El Esed di hevdîtinê de got opozîsyona ku dikarin nas bikin, opozîsyona xwecih e ne ji aliyê ve hatiye çêkirin û wiha domand: “Xwecih, tê wateya ku alîgirên wê hene, xwedî bernameyeke nîştimanî ye.”

DANÛSTANDINÊN LI GEL AMERÎKAYÊ

El Esed behsa danûstandinên bi Amerîkayê re kir û got: “Danûstandinê demdirêj in. Hêviya me tune bû ku Amerîka dê xwe biguhere. JI ber ku Amerîka dixwaze, dibe û tiştek nade. Ev xwezaya têkiliya bi Amerîkayê re ji sala 1974`an ve ye. Tu têkiliyên bi rêveberiyekê re tune ye. Ji ber wê em bê hêvî ne. lê siyasetên me li Sûriyeyê, ew e ku em derî li hember tevahî hewldanan vekirî bihêlin, ji bo ku nebêjin wisa kir ji bo wê wisa bû. Lê bawer nakim ku di asoya nêz de, encameke berçav a danûstandinên bi Amerîkayê re, bi dest bikeve.”

HEVDÎTINA LI GEL ERDOGAN

Der barê vê mijarê de El Esed bang li Tirkiyeyê kir ku şertên pêşwext daneyne û got: “Gotina bê şertên pêşwext, yanî bê bername. Bê bername yanî bê amadekarî. Bê amadekarî yanî bê encam. Wê demê çima ez ê bi Erdogan re bicivim, gelo ji bo em vexwarinan vexwin! Em dixwazin bigihêjin armanceke diyar. Armanca me, vekişîna ji axa Sûriyeyê ye. Lê armanca Erdogan rewakirina hebûna dagirkeriyê li Sûriyeyê. Ji ber wê, hevdîtin li gel şertên Erdogan ne gengaz e.”

El Esed wiha bersiva pirsa têkildarî daxuyaniyên Erdogan da: “Erdogan dibêje, madem teror gef li dewleta Tirk dixwe, Tirkiye ji Sûriyeyê venakişe. Lê di rastiyê de terora li Sûriyeyê bi destê Tirkiyeyê ye. Cebhet El Nusra, Ehrar  El Şam û navên din, tevahî bi destê Tirkiyeyê hatine çêkirin û ew heta niha finanseya wan dike. Gelo behsa kijan terorê dike? ”

(şx)