Bekir Elo: Bicihkirina penaberan li herêmên dagirkirî dê aloziya Sûriyeyê mezintir bike

Hevserokê Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Bekir Elo got bicihkirina penaberên sûriyeyî li herêmên dagirkirî, dê aloziya Sûriyeyê mezintir bike.

Bekir Elo: Bicihkirina penaberan li herêmên dagirkirî dê aloziya Sûriyeyê mezintir bike
8 tebax, 2023   02:47
ŞEHBA- CÛDÎ SÎPAN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrişên xwe yên dagirkirina Efrînê de 350 hezar welatiyên wê yên resen koçber kirin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, dewleta Tirk a dagirker piştî dagirkirina Efrînê bi demeke kurt, zêdetirî 500 hezar kes li malên koçberan bi cih kirin. Her wiha malbatên Tirkmen ên ji deverên cuda yên Sûriyeyê li xeta sînor a ji Şerayê heta Cindirêsê bi cih kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê da zanîn ku beriya dagirkirinê, rêjeya Kurdan li Efrînê ji sedî 95 bû, lê piştî dagirkirinê bû ji sedî 23.

Ji koçberkirin û guhertina demogafîk zêdetir, dagirker sûcên qetilkirin, revandin, talankirin, îşkencekirin û şantajkirina şêniyan didomînin. Her wiha penaberên sûriyeyî yên li Tirkiyeyê li malên koçberên Efrînê û mêtingehên ku ava kirine, bi cih dikin.

Hevserokê Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Bekir Elo da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker şêniyên Efrînê bi darê zorê koçber kirin û malbatên çeteyan, malbatên Tirkmen û koçberên ji deverên cuda yên Sûriyeyê li şûna wan bi cih kirin.

‘BOMBEYEKE LI BER TEQÎNÊ NE’

Bekir Elo destnîşan kir ku polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker ji her kesî re eşkere bûne, nemaze piştî ku rêxistinên hiqûqî têkildarî sûc û guhertina demografiyê rapor weşandin. Elo diyar kir ku hêzên navneteweyî çavên xwe li binpêkirinên dewleta Tirk ên li herêmê digirin.

Elo kesên biyanî û penaberên sûriyeyî yên ku dewleta Tirk li Efrînê bi cih dike, wek ‘bombeyeke li ber teqînê’ bi nav kir û got: "Kesên niha li Efrînê tên bicihkirin, ne şêniyên resen ên Efrînê ne."

Elo îşaret pê kir ku mercên siyasî ji bo vegera penaberan guncaw nîn in û anî ziman ku heke vegerek hebe, divê her welatiyek li herêm û warê xwe vegere, ne li malên koçberan werin bicihkirin.

Bekir Elo da zanîn ku bicihkirina bi darê zorê ya penaberên sûriyeyî li herêmên dagirkirî li dijî qanûnên navneteweyî ne û bicihkirina wan dê aloziya Sûriyeyê kûrtir bike.

Elo bersiva daxuyaniya berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller jî da ku gotibû bicihkirina penaberên sûriyeyî li Efrînê guhertina demografîk çênake û got: "Daxuyaniyên Miller rê li ber domandina aloziya Sûriyeyê vedike û xizmeta çareserkirina aloziya Sûriyeyê nake. Ev daxuyanî polîtîk in û ne rast in. Di radeya yekemîn de xizmeta polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelan, bi taybet gelê Kurd dike."

Elo bêdengiya hêz û rêxistinên navneteweyî ya li hemberî kirinên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û bang li wan kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û erkên xwe yên mirovî û exlaqî bi cih bînin.

Dewleta Tirk a dagirker bi desteka rêxistin û komeleyên îxwanî zêdetirî 25 mêtingeh li Efrînê ava kirine da ku malbatên çeteyan lê bi cih bike. Her wiha piştî dagirkirinê navên gund û bajarokan kirin navên tirkî, şûnwar talan kirin û nîşaneyên nasnameya resen a herêmê guhertin.

(bb)

ANHA