Li dijî tevkariya PDK'ê ya bi dagirkeran re banga têkoşînê

Welatiyên Qamişloyê piştevaniya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re li dijî gerîlayan wek ‘dijminahî û xiyaneta li doza Kurd’ bi nav kir. Welatiyan piştgiriya xwe bi gerîla re anî ziman.

Li dijî tevkariya PDK'ê ya bi dagirkeran re banga têkoşînê
8 tebax, 2023   01:24
QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker bi desteka PDK'ê êrişên xwe li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne.

Di 4'ê Tebaxê de Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ragihand ku hêzên PDK'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê rêyeke nû ji artêşa Tirk a dagirker re vekir û hewl dide herêma Zapê dorpêç bike.

Welatiyên Qamişloyê kiryarên PDK'ê şermezar kirin û banga rabûna li hemberî van kiryaran kir.

Stêra Nezîr Demîrtaş tevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re ya ji bo dorpêçkirina gerîla şermezar kir û ev tevkarî bi xiyanetê bi nav kir.  Stêra got tevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re xizmeta berjewendiyên gel Kurd a pêkanîna azadiyê nake.

Stêra Demîrtaş bi bomdarî got: "Gerîla ji bo parastina me û ji bo ku em bi ewlehî û bi rûmet bijîn tê dikoşe. Em ê wefaderên berxwedana gerîla bin. Em sozo didin ku em ê li hemmberî çavnebarî û planên dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê têkoşînê geş bikin."

'ÊRIŞA LI SER GERÎLA ÊRIŞA LI SER GELÊ KURD E'

Marya Xelef Murad jî anî ziman ku êrişa li ser gerîla êriş li ser tevahî gelê Kurd e û got: "Hêzên gerîla zarokên me ne ku ji bo azadî û rûmeta me tê dikoşin."

Marya Murad kiryarên PDK'ê wek xiyaneta li doza Kurd pênase kir û got: "Tu kes nikare me ji gerîla dûr bixe û tu kes nikare gerîla ji me dûr bixe. Piştevaniya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re xiyanetek li doza Kurd e." Marya Murad soz da ku ew ê piştevaniya bi gerîla re bibomîne û li hemberî dagirkeran rabin.

Welatiyê bi navê Ebdulbaqî Osê jî destnîşan kir ku piştevaniya PDK'ê ya bi dijminên Kurdan re ne tiştekî nû ye û ev li gotinên xwe zêde kir: "PDK'ê xeta xiyanetê hilbijartiye, lê PKK'ê ji bo azadiya gelê Kurdistanê xeta berxwedanê hilbijartiye."

Osê bang li gelêl Kurd kir ku li dijî çi kesên destekê didin dagirkerên Kurdistanê rabin û xwedî li gerîla derkevin.

Ebdurehman Ebdo jî da zanîn ku PDK bûye alaveke şerê li dijî Kurdan û da zanîn ku ne ji berxwedana gerîlayan bûye wê Kurd qir bûba.

Ebdo bang li gelê Kurd kir ku li hemberî PDK'ê û tevkariya wî ya bi dijminên Kurdistanê re bisekinin û got: "Em heta dawiyê ji bo parastina hebûna xwe li ber xwe bidin û piştgiriyê bidin gerîla."

(bb)

ANHA