Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kargehên dermanan

Li gel dorpêça li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 2 kargehên dermanan gelek cureyên dermanan peyda dikin.

8 tebax, 2023   03:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser û welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gel dorpêçêkirina li ser herêmê, bi derfetên xwe yên xweser pêwîstiyên xwe bi cih tînin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2 kargehên dermanan hene. Yek li Minbicê û ya din li Tebqayê ye. Her du kargeh bi pisporî û kadroyên tibî yên xwecih zêdetirî 80 cureyên dermanan çêdikin.

Rêveberê giştî yê şîrketa dermanan a Farma Land a li Minbicê Hesen El Ebadî diyar kir ku berhemên kargehê li gorî pîvanên navneteweyî yên çêkirina dermanan in.

Kargeha Farma Land di sala 2006'an de hat vekirin û di sala 2018'an de ruxset ji Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wergirt. 65 xebatkar di kargehê de kar dikin. Rêjeya jinan di kargehê de ji sedî 80 ye.

Rêveberê giştî yê şîrketê diyar kir ku ew eleqeyeke mezin didin mijarên paqijî, dezenfektekirin û tedîbrên parastina pakbûna karmendan. Di kargehê de 3 laboratuar, beşeke dagirtinê, xetên hilberandinê û çêkirina kapsulan hene.

Hesen El Ebadî diyar kir ku kargeh 50 cureyên dermanan çêdike.

El Ebadî bal kişand ser ambargoya li ser herêmê jî û wiha domand: "Ji ber ambargoya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye ferzkirin, em astengiyên derbaskirina madeyên sereke û pêwîstiyên pakkirinê dikişînin. Ji ber ambargoyê ku derbaskirina madeyên sereke bo herêmên me hatiye qedexekirine, em nikarin hinek cûreyên dermanên pêwîst hilbirînin. Hineke made heta ku derbas dibin, bi rojan li deriyê sînor tên sekinandin û di encamê de xirab dibin."

El Ebadî destnîşan kir ku hewldanên wan ên hilberandina cureyên nû yên dermanan hene.

Kargeha Laît Farma ya li Tebqayê jî di sala 2022'yan de hat vekir. Kargeh ku destpêkê tenê 6 cureyên dermanan çêdikirin, niha 20 cureyan çêdike. Her wiha hewl dide 3 cureyên din hilberîne.

Rêveberê kargehê Ehmed El Hemadî diyar kir ku armanca wan a bingehîn a avakirina vê kargehê dabînkirina dermanên mirovan e, di heman demê de ji bo pêşxistina aboriya herêmê ye, nemaze ku êriş û ambargo li ser hene.

Kargeh rojane 5 hezar dermanan hildiberîne.

Li gorî Ehmed El Hemadî, madeyên sereke yên çêkirina dermanan ji Hindistanê digirin û got: "Kalîteya van madeyan baş e.”

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2J52obfDr2E" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>