Ciwanên Helebê li dijî tecrîdê meşiyan

Bi dehan ciwanên Helebê li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan meşiyan.

Ciwanên Helebê li dijî tecrîdê meşiyan
Ciwanên Helebê li dijî tecrîdê meşiyan
Ciwanên Helebê li dijî tecrîdê meşiyan
Ciwanên Helebê li dijî tecrîdê meşiyan
Ciwanên Helebê li dijî tecrîdê meşiyan
Ciwanên Helebê li dijî tecrîdê meşiyan
Ciwanên Helebê li dijî tecrîdê meşiyan
Ciwanên Helebê li dijî tecrîdê meşiyan
Ciwanên Helebê li dijî tecrîdê meşiyan
Ciwanên Helebê li dijî tecrîdê meşiyan
7 tebax, 2023   19:03
HELEB

Yektiya Jinên Ciwan a  Helebê bi dirûşma   "Tu kes nikare roja me tarî bike", meşek li dar xist.

Bi dehan ciwan tev li meşên bûn, posterên Rêber Abdullah Ocalan hildan û pankartên bi nivîsên   "Tu kes nikare roja me tarî bike" û "Jin, Jiyan, Azadî" vekirin.

Ciwanan ji pêşiya hola civînan a li beşê rojava ya taxa Şêxmeqsûdê heta qaa Şehîd Destîna ya li beşê rojhilat ê taxê meşiyan û bi navber dirûşmên "Bijî serok Apo" û "Bê serok jiyan nabe" berz kirin.

Li qada Şehîd Destîna deqeyeke rêz hat girtin. Piştre endama Yekitiya Jinên Ciwan Rîm Milhim axivî. Rîm bal kişand ser ceza û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û got: "Tevî binpêkirinan jî Rêbertî teslîm nebû, lê têkoşîna wî ya ji bo gelan xurtir bû."

Rîm diyar kir ku ew ê çalakiyan berdewam bikin heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

Endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Heyfa Bekir anî ziman ku ciwan dê serhildanê bidomînin û got: "Çawa me bi keç û xortan dest bi şoreşê kir, wê azadiya fîzîkî ya Rêbertî bi destê me pêk were. Em ê li ber xwe bidin heta vê yekê pêk bînin."

Heyfa Bekir diyar kir ku hêza ji îradeya Rêbertî girtine têrê dike ku azadiya wî pêk bîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bila dewleta Tirk a dagirker bizanibe ku çiqas tecrîda li ser Rêbertî giran bike jî îradeya ciwanan lawaz nabe, lê belê îsrara me ya ji bo pêşketinê zêdetir dibe."

(bb)

ANHA