Desteya Perwerde û Fêkirinê civîna xwe ya salane li dar xist

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê civîna xwe ya salane li bajarê Hesekê li dar xist. Di civînê de ji bo pêşxistina qada perwerdeyê biryarên girîng hatin dayîn.

Desteya Perwerde û Fêkirinê civîna xwe ya salane li dar xist
Desteya Perwerde û Fêkirinê civîna xwe ya salane li dar xist
Desteya Perwerde û Fêkirinê civîna xwe ya salane li dar xist
Desteya Perwerde û Fêkirinê civîna xwe ya salane li dar xist
Desteya Perwerde û Fêkirinê civîna xwe ya salane li dar xist
Desteya Perwerde û Fêkirinê civîna xwe ya salane li dar xist
Desteya Perwerde û Fêkirinê civîna xwe ya salane li dar xist
Desteya Perwerde û Fêkirinê civîna xwe ya salane li dar xist
Desteya Perwerde û Fêkirinê civîna xwe ya salane li dar xist
7 tebax, 2023   19:07
HESEKÊ

Desteya Perwede û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê civîna xwe ya salane li Akademiya Şehîd Ezîz Ereb a li bajarê Hesekê li dar xist. Nûnerên meclisên rêveber û qanûnsaz ên herêma Cizîrê, Komîteya Perwerdeyê ya Koordînasyona Jinan, Yekitiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nûnerên Zanîngeha Rojava, Saziya Minhancan û Saziya Zimanê Kurdî beşdarî civînê bûn.

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê Mistefa Ferhan axivî û anî ziman ku ji tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê xwestin ku ji bo pêşxistina saziyên Rêveberiya Xweser bixebitin.

Ferhand got: "Desteya Perwerde û Fêrkirinê beşek ji saziyên Rêveberiya Xweser e. Divê tevahî saziyên  din destekê bidin bê desteyê, ji ber ku desteya perwerdeyê bingeha avakirina mirovan e."

Mistefa anî ziman ku çanda rejîma Baasê li ser înkarkirin û çewisandina nasnameyên gelan ava bûye û got, aloziya heyî ya li Sûriyeyê encamên zihniyeta rejîma Baasê ye.

Mistefa destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser xwe dispêre çanda neteweya demokratîk, jiyana hevbeş û diyalogên avakar û wiha dawîn li axaftina xwe anî: "Ruxmî hemû astengiyan, me karibû zêdetir du hezar dibistanan vekin û zêdetirî 19 hezar mamosteyan perwerde bikin. Me zanîngeh jî vekirin. Ev hemû berhemên Rêveberiya Xweser e."

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Vîviyan Osê rewşa siyasî nirxand. Vîviyan Osê anî ziman ku hilbijartinên Tirkiyeyê û encamên wê siyaseta dewleta Tirk  a li hemberî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û doza Kurd diyar kir û got, ev siyaseta li ser esasê dijbertiya Kurdan û projeya demorkatîk e ku tevahî pêkhateyên herêmê hembêz dike.

Vîviyan destnîşan kir ku êrişên giran ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê encamên civîna Astanayê ne.

Piştre endama Komîteya Çalakiyan a Rêveberiya Dibistanên Hesekê Êva Ebdulkerîm bi zimanê kurdî û cîgirê hevserokatiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê   Feysel El Xidir bi zimanê erebî rapora salane ya desteyê xwendin.

Beşdaran ji bo pêşxstina perwerdeyê û derbaskirina şaştiyan pêşniyarên xwe anîn ziman.

Civîn bi van biryaran bi dawî bû:

1-Mamoste dê li ser felsefeya perwerdedayînê, rêzikname, exlaqên mamostetiyê û pergala nirxandinê werin perwerdekirin.

 2- Dê girîngiyeke mezin bidin perwerdeyên li akademiyan.

3-Xwendekarên ji Peymangeha Amadekirina Mamosteyan derçûn dê li dibistanan werin belavkirin.

4-Mamoste dê li gorî branşên xwe li navendên îmzekirinê werin belavkirin.

5-Ji bo peymangeh û dibistanên taybet yên ku minhacên dewleta Sûriyeyê didin,  dê bi hemahengiya Meclisa Rêveber, Desteya Hundirîn û Meclisa Edaletê çareseriyeke lezgîn bê dîtin.

6-Civînên asayî yên bi malbatên xwendekaran re dê werin zêdekirn.

7-Ji bo dabînkirina pêwîstiyên xwendekaran dê kar were kirin.

8- Dê hejmara endamên Komîteya Şopandin û Perwerdeyê yên girêdayî rêveberiyên dibistanan dwerin zêdekirin.

(bb)

ANHA