​​​​​​​Li Helebceyê dayikek û keça xwe şewitîn

Li Helebceyê dayikeke û keça xwe di mala xwe de bi giranî şewitîn, polîs jî dibêjin ji ber jêçûyîna xazê agir bi mala wan ketiye û ew şewitî ne.

​​​​​​​Li Helebceyê dayikek û keça xwe şewitîn
7 tebax, 2023   14:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li taxa Şarewanî ya Helebceyê, dayikek û keça xwe di encama derketina şewatê li mala wan de şewitîn. Hate zanîn ku piraniya laşê wan şewitî ye û bi giranî birîndar bûne.

Berdevkê Polîsê Helebce Berzan Osman têkildarî bûyerê ragihand, îro di saetê nîvro de li taxa Şarewanî ya parêzgaha Helebceyê, di encama jêçûyîna xazê de, agir bi malekê ket û jina bi navê Nizîre Husên Heme Salih (31) û keça wê ya binavê Arîna Tariq Ezîz (18) dişewitin û di encamê de bi giranî birîndar dibin.

Berzan Osman eşkere kir ku ji ber di pileyek zêde de laşê her duyan şewitiye, ew rakirine nexweşxaneya şewitînê ya Silêmaniyê û di derbarê bûyerê de lêkolîn û lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Çavkanî: Rojnews