Li Bab û Cerablusê hêrsa li dijî dagirkeran

Xelkê Cerablus û Babê yên dagirkirî li hemberî "Meclisa xwecih" ya girêdayî dewleta Tirk  a dagirker xwepêşandan li dar xistin

Li Bab û Cerablusê hêrsa li dijî dagirkeran
7 tebax, 2023   14:25
ŞEHBA

Ji ber rewşa debarê ya ne baş, bilindbûna buhayên nan û kehrebeyê, her wiha ji ber tunebûna ewlehiyê û nedana mûceyan, xelkên bajarên Bab û Cerablusê yên dagirkirî li dijî " Meclisa xwecih" ya girêdayî dewlata Tirk a dagirker xwepêşandan li dar xist.

Ji bajarê Cerablusê welatiyekî ku ji ber rewşa ewlehiyê nexwest navê xwe  eşkere bike got, bihayên nan û kehrebeyê bilind bûye û êdî bêdengî nabe.

Heman welatî diyar kir biryar e li tevahî herêmên dagirkirî şênî li dijî dewleta Tirk a dagirker û saziyên wê rabin û dikan bigirin.

Hemwextî xwepêşdanan jî, li Cerablus, Bab, Ezaz û Efrîn ên dagirkirî di navbera komên çete de şer rû dide.

(bb)

ANHA