Foruma Piştgiriya Jinên Şengal û Efganistanê bi dawî bû

Foruma Piştgiriya Jinên Şengal û Efganistanê bi encamnameyekê bi dawî bû. Hate gotin, divê 3'yê Tebaxê wekî roja naskirina maf û çanda êzidiyan were naskirin.

Foruma Piştgiriya Jinên Şengal û Efganistanê bi dawî bû
Foruma Piştgiriya Jinên Şengal û Efganistanê bi dawî bû
Foruma Piştgiriya Jinên Şengal û Efganistanê bi dawî bû
Foruma Piştgiriya Jinên Şengal û Efganistanê bi dawî bû
Foruma Piştgiriya Jinên Şengal û Efganistanê bi dawî bû
Foruma Piştgiriya Jinên Şengal û Efganistanê bi dawî bû
Foruma Piştgiriya Jinên Şengal û Efganistanê bi dawî bû
7 tebax, 2023   17:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Reqayêê Foruma Piştgiriya Jinên Şengal û Efganistanê ya bi dirûşma "Li dijî qirkirina jinan em jiyanake azad diafirînin" bi dawî bû.

Piştî nîqaşên li ser mijarên yekemîn û duyemîn, mijara sêyemîn a bi navê "Qirkirina jinên êzidî" dest pê kir. Ev mijar ji aliyê endama Yekitiya Jinên Êzidî Bêrîvan Silo ve hat birêvebirin.

Bêrîvan Silo destnîşan kir ku êrişên li ser Êzidiyan di serdama Îslamê de ji sala 637'an ve an ku di dema xîlafeta Omer Bin Xetab de destpê kiriye. Her wiha bi bîr xistin ku di serdema Osmaniyan de gelek komkujî li dijî êzidiyan hatin kirin û 15 fitwe ji aliyê Osmaniyan ve hatin derxistin ku qetilkirina êzidiyan helal dikin.

Bêrîvan Silo bal kişand ser fermana 3'yê Tebaxa 2014'an ku çeteyên DAIŞ'ê li dijî êzidiyên Şengalê pêk anîbûn û wiha got: "Jinan para herî zêde ji vê fermanê girtin, bi hezaran jin hatin revandin û bazarî li ser wan hatin dikirin.''

Ji şahidên fermana 3'yê Tebaxê jî,  dayikê bi navê Berhartan got: "Ji roja yekekmîn a komkujiyê ve  û heta niha em rojeke xweş nedîtiye. Pêşmergeyên PDK'ê me hiştin û DAIŞ'ê zarokên me qetil kirin. Divê pêşmerge kirîn û firotina jinên êzidî û mêrên ku di tabûtan de hatin şewitandin ji bîr neke. Em jinên Şengalê em ê nehêlin pêşmerge careke din vegere Şengalê."

Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo mijara çaremîn a forumê ya bi navê "Çareserî" bi rêve bir.

Rîhan Loqo  tevahî jinên cîhanê yên berxwedêr silav kir û ev nirxandin kir: "Mijara ku em nîqaş dikin qirkirina jinan li Kurdistanê ye. Ji bo tundî û qirkirinên jinan werin bi dawî bibin em ê çareseriyan pêşkêş bikin. Li hemberî qirkirina zayendî û tundiya li dijî jin û zarokan divê asta têkoşînê were bilindkirin. Bi têkoşînê em ê karibin di sedsala 21'ê de şoreşa jinan li dar bixin. Rêbezên çareseriyê jî ev e ku Rêber Abdullah Ocalan daniye."

Rîhan Loqo di dewama axaftina xwe de got: "Em jinên pêşeng ên qadên siyasî, leşkerî û civakî divê em asta perwerdeyê xurt bikin, rêxistina xwe xurt bikin. Divê rêxistinên Ereb, Kurd û Êzidî yekitiya xwe ava bikin û bi hêz bikin. Bi vê yekê em ê karibin jineke azad ava bikin, di encamê dê dê civakeke zane û azad ava bibe. Bi hêza xwe em dikarin planên dijmin pûç bikin. Em ê bi mîraseya têkoşînê ya ku jinên berxwedêr ji me re hiştine berdewam bikin."

Piştî mijara çaremîn, endama Komîteya Dijî Dagirkeriyê ya Sehra Xerbiye Mîna El Elî nêrîna xwe anî ziman. Mîna piştgiriya xwe bi jinên êzidî, yên Efgan û yên Îranê re anî ziman û têkoşîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê silav kir.

Endama Hevbendiya NADA Dr. Hîba Hedad jî got: "Wekî Hevbendiya NADA me di 4'ê Tebaxê de daxuyanî da û me piştgiriya xwe bi pêngava KJK'ê ya piştgiriya jinên Şengal û Efganistanê re ragihand. Em diyar dikin ku em ê bi jin û gelên bindest re bin heta ku azadiya xwe mîsoger bikin."

Endama Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê-Şaxê Idlibê, Nahid Nehas got: "Di dema serweriya rêxistina terorîst a li Idlibê de me gelek zehmetî dîtin, lê dema em hatin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê me ewlehî dît. Qetilkirina jinan, bi taybetî komkujiya li Şengalê, terora li dijî jin, mêr, kesên bi teman û zarokan jenosîdeke li dijî pêkhateyê  resen ê xwedî dîrok û çandeke qedîm e."

Endama Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbyayê Meryem Osman bang li jinan kir û got: "Em jinên Rojhilata Navîn me gelek zlum dît. Lew re ji me tê xwestin ku em hemberî siyasetên sîstematîk ku li dijî jinên girtî yên di girtîgehên dagirkeran de têne kirin, têkoşînê xurt bikin.

Her wiha ji me tê xwestin em banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bikin. Divê em li hemberî çi kesên ku li hemberî sûc û qirkirinan bêdeng dimînin, bisekinin.''

Piştî mudaxeleya beşdaran bi dawî bû, Koma Şano ya girêdayî Tevgera Hîlala Zêrîn şanoyek li ser qetilkirina jinan pêşkêş kir.

Komxebat bi encamnameyekê bi dawî bû. Encamname ji aliyê cîgira seroka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Zozan Şemo ve hat xwendin.

Di encamnameyê de hate gotin, pirsgirêka jinê ya li Rojhilata Navîn çavkaniya hemû pirsgirêkên civakî ye û bêyî analîzkirin û formulekirina cewherê vê pirsgirêkê û dîroka wê ya kevnar, ne pêkan e ku ji hemû pirsgirêkên heyî re çareserî bê dîtin.

Her wiha hate gotin, rêxistin û tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî siyasetên qirkirinê, bi dirûşma "Li dijî qirkirina jinan em jiyaneke azad diafirînin"  bi beşdarbûna 129 jinan ev forum li Reqayê li dar xist.

Di encamnameyê wiha hat domand: "Forum bi deqeyeke rêzgirtin ji  bo giyanê şehîdan dest pê kir. Axaftina destpêkê ya forumê ji aliyê fermandariya YPJ'ê ve hat kirin. Forum ji 4 mijaran pêk hat:

Mijara yekemîn, bi sernavê li ser asta cîhanê qirkirina jinan bû. Mijara duyemîn bi sernavê li Rojhilata Navîn qirkirina jinan bû, her wiha  mijara sêyemîn bi sernavê qirkirin û berxwedana jinên êzidî bû. Di mijara çaremîn de rêxistin û tevgerên jinan li hemberî tevahî binpêkirinên li dijî jinan têne kirin, çareserî pêşkêş kir."

Encamname bi van biryaran bi dawî bû:

-Li dijî tundî, îstismarkirin û zayendparêziyê ku li ser jinan tên meşandin divê têkoşîn were kirin. Ev yek bi rêya avakirina malbateke demokratîk û civakeke ku edalet û wekhevî lê hebe, pêkan e.

2-Jin ji xetereyên şerê taybet werin hişkirin ku bi rêya medyayên dîjîtal li ser wan tên meşandin.

3-Belavkirina têgeh  dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî".

4-Divê bi rêya hesabkirina ji rêxistina DAIŞ'ê ya terorîst ji aliyê dadgehên Rêveberiya Xweser ve û bi desteka civaka navneteweyî û dewletên garantor, 3'yê Tebaxê bibe roja naskirna çand û mafên êzidiyan.

5-Pirsgirêka jinê yek ji pirsgirêkên asêmayî ne. Eger pirsgirêka jin bi awayekî dirust neyê çareserkirin pirsgirêkên din nayên çareserkirin. Li tevahî cîhanê qirkinên komî têne naskirin, lê qirkirinên li dijî jinan nayên naskirin. Wekî tevger û rêxistinên jinan erka ku dikeve ser milê me ew e ku li hemberî vê nêzîkatiyê rabin.

6-Ji bo ewlehî û aştî ji jinên Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê were mîsogerkirin, divê piştgiriya însiyatêfên li dijî dagirkirî û qirkirina jinan werin dayîn û werin firehkirin. Divê sûc û qirkirin werin teşhîrkirin û bi raya giştî re were parvekirin.

7-Ji bo pêşxistin û parastina nasnameya jinên ji pêkhate, ol û çandan, dê xebat were kirin.

8-Divê aqûbeta tevahî jinên windayî werin eşkerekirin.

9-Divê siyasetên dewleta Tirk a dagirker werin teşhîrkirin. Divê dewletaTirk ji tevahî herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî werin derxistin.

10-Divê li ser asta cîhanê lêvegerek ji bo jinan were avakirin û konfedralîzma jinan were pêkanîn.

11-Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan wê kar were kirin.

(bb)

ANHA