Çeteyên dewleta Tirk binpêkirinên li dijî efrîniyan didomînin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker mal û dikana welatiyekî efrînî desteser kir. Her wiha mala welatiyek din jî ku li Efrînê ye, frot.

Çeteyên dewleta Tirk binpêkirinên li dijî efrîniyan didomînin
5 tebax, 2023   13:31
ŞEHBA

Çavkaniyan ji herêmê ragihand ku çeteyên Firqeya El Hemza bi serkêşiya çeteyê bi navê Elî Mihemed ê ji bajarê Sifîrê yê Helebê mal û dikana welatiyê bi navê Mistefa Xelîl Hesen ê ji gundê Badîna yê navçeya Recoyê ku li Efrînê ne, destser kirin.

Her wiha çeteyên Ehrar El Şerqiye bi serkêşiya Ebdulkerîm Ebû Seyf ê ji herêma Sebîne ya Şamê malê welatiyê bi navê Mihemed Rifet Elî yê ji gundê Erebo yê navçeya Mabetayê ku li taxa Eşrefiye ya Efrînê ye, bi 800 dolaran frot welatiyek ji derveyî Efrînê.

(şx)