Li Qamişlo ji bo 4 şehîdan şîn hat ragihandin

Îro li Qamişlo 4 şervanên YPG`ê yên ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne bi merasîmeke girseyî tên oxirkirin. Çend saet beriya merasîmê li bajêr şîn hat ragihandin.

Li Qamişlo ji bo 4 şehîdan şîn hat ragihandin
Li Qamişlo ji bo 4 şehîdan şîn hat ragihandin
Li Qamişlo ji bo 4 şehîdan şîn hat ragihandin
Li Qamişlo ji bo 4 şehîdan şîn hat ragihandin
Li Qamişlo ji bo 4 şehîdan şîn hat ragihandin
Li Qamişlo ji bo 4 şehîdan şîn hat ragihandin
5 tebax, 2023   13:13
QAMIŞLO

Ji bo 4 şehîdên YPG`ê yên ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker a 3`yê Tebaxê de şehîd bibûn, li Qamişlo ji saet 13:00`an piştî nîvro de şîn hatî ragihandin û hemû dikanên bazirganiyê hatine girtin.

Her 4 şervanên YPG`ê şehîd Diyar Xelîl (Diyar Şoreş), Berzan Şêxmûs (Garzan Qamişlo), Ehmed Simo (Hîwa Qamişlo) û Aram Îbrahîm (Orhan Qamişlo) îro li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li bajêr bi merasîmeke girseyî saet di 18:00`an de tên oxirkirin.

Tê payîn ku bi hezaran pêkhateyên kantona Cizîrê beşdarî merasîmê bibin.

(c)

ANHA